Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed li ser mijarên wekî guhertina rewşa siyasî, pêşketinên hevsengan, her wiha piratîkirina peymana Duhokê, nêzîkariyên Rûsya, rewşa Efrîn û pêşeroja Kobanê ji ANHA’yê re nirxand. Ehmed derbarê hevpeymana di navbera we û ENKS’ê de diyarkir ku peymana Duhokê di navbera herdû aliyên kurd de hate kirin, li gorî peymanê pêwîste hevdîtin li Qamişlo dewm bikin û xalên piratîkî dest pê bikin, lê li gorî agahiyên dawî heta niha ENKS’ê civînên xwe bi dawî nekirine û nûnerên xwe yên ku dê cihê xwe di lêvegerê de bigirin diyar nekirine. Ehmed wiha got: “Ji ber vê yekê peymana Duhokê ne hatiye piratîkirin. Her dem banga me yekîtiya tevgera kurdî ye, li ser wî esasî em kar dikin. Pêwîste ew hevkarên me jî di wê zanebûnê de bin ku peymana Duhokê bibe bingehek ji bo lidarxistina Kongereya Netewî. Pêwîste ENKS di wê ferqê de be ku siyasetên navnetewî hatine guhertin. Li ser vî esasî pêwîste kurd bi lez tevbigerin.

Parastin erka her kesî ye
Hin alîgirên ENKS’ê li ser qanûna erka xweparastinê rexneyan dikin. Di vê mijarê de jî Ehmed wiha got: “Erka xweparastinê di cewherê xwe de ji bo parastina xakê xizmeteke bi dildariye, ne wekî ku hinek dibêjin leşkeriya bi darê zorê ye. Kesên navê leşkeriya bi darê zorê lêdikin dixwazin herêmên Rojava vala bikin û xizmeta xwe ya teng didin pêş. Bi rastî êdî dem hatiye her kes bêyî ku bêje ez hevalê kîjan partiyê yan tevgerê me, cihê xwe di nava erka xweparstinê de bigire. Ya herî balkêş jî ew e ku qanûna erka xweparastinê ne pir zehmete, her kes dikare 6 mehan bi hêsanî xwe perwede bike û xizmeta welatê xwe bike. Bi vî şeklî dê wijdana xwe rehet bike. Erka xweparastinê ne ji bo parstina tevger an jî partiyekê ye, erka xweparastinê ji bo parastina gel û xakê ye. Li ser vî esasî ez ji partiyên li dijî wê derdikevin re dibêjim ku li şûna hûn propogandeyên dijber bikin, li cihê xwe bisekin û bê deng bimînin. Hûnê bi vê yekê xizmeta herî baş ji gel re bikin.”

Siyaseta cîhanê guherî

Derbarê xebatên dîplomasiyê de jî Ehmed wiha got: “Di cîhanê de siyaseteke ku tê guhertin heye. Bê guman sedemên van guhertinan hene. Şerê niha li herêmê tê kirin di serî de şerekî navnetewî yê siyasî ye. Mirov dikare şerê cîhanê yê 3’yemîn binav bike. Ev şer niha bi taybet di hundirê Kobanê de tê meşandin. Rexmî ku Kobanê bajarekî pir biçûke, gelê xwe pir kêm e û di aliyê jeostratejîk û siyaseta ne cihekî ku wisa pir guhertiên mezin çêke. Di şexsê Kobanê de kurdan hedef digirin. Berxwedana di Kobanê de hate kirin siyaseta li ser kurdan hatin guhertin, rastiya kurdan hate famkirin. Beriya niha hêzên navnetewî digotin ku heger kurd bibin hêz wê dinyê xirabikin. Lê di berxwedana Kobanê de wan jî nas kir ku kurd çine û dikarin di guhertina hevsengiya navnetewî de çawa cih bigrin.”
 
Rûsya niha difikire

Ehmed diyarkir ku hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser a Efrînê, li ser esasê cîrantiyê li Tirkiyê dewam dike û got: “Tirkiyê cîranê herêmê ye. Pêwîstî bi hevdîtin û hin itîfaqan heye. Hevdîtin baş derbas dibin û pêşwazîkî baş heye, hin rayedarên ku hevdîtin bi wan re tê kirin daxwaza duberekirina hevdîtinan dikin. Di van hevdîtinan de armanc ew e her kes me nas bike û piroplem û pirsgirêkên heyî bêne diyarkirin. Hevdîtinên şandeya me ya Tirkiyê li ser vî esasî têne kirin. Danstandinê me bi Rûsan re jî hene, merov nikare bêje Rûsya bê denge. Siyastên hatine guhertin Rûsiya kiriye rewşa fikrînê. Beriya niha ji ber girêdanên Rûsya yên bi rêjîma Sûriyê re, rewşek ne diyar hebû. Rûsya li serî esasê têkiliya xwe ya bi rêjîmê re nêzî me dibû û bi tirs nêzî me dibû. Lê piştî guhertinên hatin kirin Rûsya mecbûre helwesta xwe ya zelal eşker bike. Yan wê tevlî koalîsyonê bibe yan nebe dive di demeke kurt de eşker bibe. Di nava Rûsya û Emerîka de him diyalok hene, di heman demê de rewşa Sûriyê jî di nav de li ser gelek xalan nakokiyên wan ên kûr hene. Rewşa heyî niha dê Rûsya mecbûr bike helwesta xwe eşker bike. Ez di wê baweriyê de me ku di demeke pir nêzîk de wê helwesta Rûsya diyar bibe.”

ANHA/EFRÎN