Li parîsê Kurd li ber qesra serokkomariyê (Elysêe) hatin cem hev. Çalakgeran rê li trafîkê girt.MLKP, Partîzan û ADHK jî tevli çalakiyê bû. Li bajarê Nantes çalakiyên Kobanê bi meşekê li navenda bajêr hat lidarxistin.
Li bajarê Toulouse jî meş û mîtîng pêk hat. Li bajarê Lyon jî çalakiya girtina trafîkê pêk hat. Di heman çerçoveyê de li Metzê meşeke bi tevlîbûneke zêde hat lidarxistin.
Li bajarê Nîce û Draguîgnan çalakiyên qutkirina rê pêk hatin. Li bjarê Strasbourgê jî Kurd li ber seferatxaneya Amerîkayê bû.
Li sê bajarên Swêdê çalakî
Li Stockholmê li ber seferatxaneya DYA û Tirkiyeyê çalakiya protestoyî pêk anîn û her wiha li qada Sergel çalakiyek girseyî pêk anîn.
Li bajarê Bollnas jî Kurdan li qada Brotorget çalakiyek pêk anîn û êrîşên DAIŞ’ê şermezar kirin. Li Gavle jî Kurdan çalakiyek pêk anîn û DAIŞ û AKP ya ku piştigiriyê dide wê şermezar kirin.
London, Basel, Innsbruck
Li Londonê jî bo Kobanê çalakiyek pêk hat. Pêr di saetên êvarê de meşê ji ber mala Gel dest pê kir û nêzî 4 hezar Kurd û dostên Kurdan tevli bûn. Meşa ku sê saetan berdewam kir, welatiyên îngîlîz jî tevli bûn. Meş li îstasyona metro Seven Sîsters bi dawî bû. Piştî meşê komek jin çûn ber parlametnoya qiraliyeta Yekbûyî û çalakiya runiştinê pêk anîn. Bi sedan kes çûn sedana wan. Li Basel a swîsreyê jî nêzî 200 ciwanî li balafirgeha Navneteweyî çalakiya runiştinê pêk anî. Li bajarê Innsbruck a Avusturyayê çalakî pêk hat û nêzî 500 kesî tevli bûn.
Li seranserê Almanyayê çalakî
Çalakiyên Kurdên li Ewropayê yên ji bo piştgiriya Kobanê her diçe zêde dibin. Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan. Li bajarê Kîel jî li ber parlamentoya Eyaleta Schleswig Holstei mîtîng pêk hat û dosya hat dayîn. Li Frankfurtê jî nêzî 500 Kurd li ber Navenda Kongreya Frankfurt a Fuarê hate cem hev.
Li Dusseldorfê bi meşa pêk hat bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî DAIŞ’ê hate şermezarkirin. Li bajarê Kîel li ber parlamentoya Eyaleta Schleswîg Hosteîn mîtîng pêk hat û dosya hat dayîn.Li bajarê Freîburg jî ji bo piştgiriya Kobanê meş û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Li Kolnê li îstasyona navendê kon vedan û agahdarî kir.
Ji bo Paramas yê MLKP’î ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da jî bernameya bîranînê pêk anîn. Li bajarê Mannheîm jî li qada Parade mîtîng pêk hat.
Li Hannoverê jî ciwanan meşek pêk anîn û ciwan bi dirûşme û pankartên ku amade kiribûn meşiyan. Li Stuttgartê jî Kurd li ser piya bûn. Kurdên ku roja duşemê çalakiyên cuda pêk anîn duh li qada Schlossplatz li ber konê xwedîderketina li Kobanê hatin cem hev. Li Aachen jî meşa ku ji aliyê Mala Kurdan û Dîle Lînke ve hate organîzekirin de komkujiya DAIŞ’ê û bêdengiya welatên navneteweyî hate şermezarkirin.
Li Gîessenê jî meşek pêk hat û bi dehan Kurd tevli bûn. Çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû. Li Munîhê jî li gara trînê çakaiya runiştinê pêk hat. Li bajarê Saarbrukcken a Almanyayê jî çalakî ji roja duşemê de didomin.
NAVENDA NÛÇEYAN