Çapemeniya cîhanî jî rewşa li Kobanê deqe bi deqe dişopîne. Her weha di nava siyaseta navnetewî de jî Koban bûye mijara axaftin û piştgirtiyê. Berxwedana Kobanê û serhildana gelê me li bakur cîhan hejand. Diyar kir ku gelekî jîndar heye û bi qehremanî doza mafê xwe dike.
Lê tevî vê rewşê jî, çend dîmenên tevlihev hene. Hinek kes û alî ji vê berxwedanê bêzar in. Ew naxwazin nav û dengê Kurdên azad derkeve û raman, fedekarî û rêbaza Serok Apo û Tevgera Azadiya Gelê Kurd cihê xwe yê rast bigre. Dixwestin ev tekoşîn her dem nuximandî bimîne û qet rastiya wê ji bo cîhanê eşker nebe.
Di serê van aliyên xêrnexwaz de dewleta Tirk heye. Em hemû dizanin bê Tirkiyê û AKP’ê ji bo têkbirina Rojava çi kirin. Wan bi dehhezaran cîhadîst anîn Sûriye. Heta niha jî AKP hevkara DAIŞ ya sereke ye. Hemû cîhan êdî behsa vê yekê dike. Lê aliyê din, hêzên muxalefeta Şamê, ew jî li himberî Rojava û berxwedana Kobanê hêrs bûne. Çavên wan bar nabe. Dibêjin çima rejîma Esed ev ewqas sal êrîşî bajarên din ên Sûriye dike, lê qet kesek dengê xwe nake. DYA û hevalbendên xwe qet belafir neşandin û ew mombe nekir. Her weha dema ku DAIŞ êrîşî bajarên mîna Reqa, Dêr El-Zor jî kir, kesekî devê xwe venedikir!.
Di vir de tevliheviyek heye. Divê bête gotin ku muxalefeta Şamê hevkara DAIŞ bû. Wê ev hêza tariyê derbasî Sûriyê kir û ew mîna „şoreşger“ nîşan da. Lê gelê Kurd û Rojava di destpêkê de tu hêz qebûl nekir. Wan di 19.07.2012 an de rejîma Esed qewirand û serê 2 salane şerê çeteyan dikin. Loma qet Rojava û muxalefeta kirêkirî ya Şamê, ajana welatên derve, nabin wek hev.
Helwestek din ya cihê şermê, helwesta ENKS ya ku ev çend sal bûye beşek ji Koalsyona Hêzên Muxalefeta Sûriye û qedera xwe sipartî ye dewleta Tirk. Ev ENKS di rojên destpêkê yên berxwedana Kobanê de, ji bajêr reviya. Di kozikên şer de cihê xwe nagirt. Partiyên wê statûya Rojava nas nakin, lê ew beşek ji „Hikûmeta“ muxalefeta Şamê ne. Niha ji şûna ku destekê bidin YPG û YPG û li dij DAIŞ karekî bikin, diçin helwesta berxwedanê qelis dikin. Bi talîmatên dewleta Tirk û AKP dixwazin hêzek eskerî ava bikin. Dixwazin xwe mîna muxatebên Hêzên Hevpeymana Cîhanî li dijî Terorê nîşan bikin. Ev yek tê kirin, bi armanca rêlibergirtina hevkariya YPG û hêzên hevpeymanê.
ENKS tevliheviyê çêdike. Qet ne xema wê Rojava û gelê wê ye. Bi biryara AKPê û PDK dixwaze hêzek eskerî ava bike. Hêzek girêdayî muxalefeta Şamê ya nijadperest be. Her weha eşker pîlanên dewleta Tirk ên avakirina heremek tampon destek dike. Dibêje ev herem dê di xizmeta Kurdên Rojava de be!. ENKS di ser vî halî de, her roj di medya Ereb de derdikeve û PYD û YPG reş dike û wan bi dektatoriyê tewanbar dike. Li dijî biryara Kantonan a eskeriya ecbarî derdikeve. Dibêje „Em qebûl nakin ciwanên Kurd ji bo eskeriya PYD bêne sewqkirin“!.
ENKS heta niha yek şehîd neda ye. Jixwe hemû endam li gel malbatên xwe ji Rojava reviyane. Ew tenê şerê Kanton, PYD û YPG dikin. Rûiyê siyaseta Tirkiyê boyax dikin.
Niha hinek behsa hevdîtinên nû li Hewlerê di navbera PYD û ENKS de dikin, lê divê were zanîn ku dê berxwedana Kobanê esas were girtin. Dê hêzên revok tu sûdê ji xwîna tekoşeran negirin. Li himber hêzên marjînal û yên helwesta berxwedanê qelis dikin, divê tu tawîz neyên dayin. Encama ewqas lehngî, berxwedan, xwîn û ked, divê tenê rizgariya gelê Kurd û statûya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojava be…
Kobanê û helwesta hêzên marjînal !
Berxwedana Kobanê dewam dike. Hemû cîhan êdî bi navê Koban û tekoşîna gelê Kurd bang dike. Hemû azadîxwaz û alîgerên mafên mirovan Kobanê pesin didin. Li himberî DAIŞ tenê gelê Kurd bi dil û can û bi qehremanî şer kir. Navê Koban,YPG û YPJ niha li tevahiya cîahnê belav bûye. Li zanîngehên Amerîkaya başûr êdî şagirt Kobanê û lehengiya şervanên Kurd dibêjin.