Di merasîmê de Yekîneyên Parastina Gel Kanî Kobanê, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Cereblûsê Mihemed Çadir, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel axivîn.
Fermandarê YPG´ê Kanî Kobanê diyar kir bi şehadeta tekoşer Abdulstar Meclîsa Leşkerî ya Cereblûs derbasî qonaxeke nû bû.
´Em her roj li vî welatî şehîdan didin´
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Mihemed Çadir sersaxî ji Meclîsa Leşkerî ya Cereblûsê, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), YPG/YPJ`ê û malbata tekoşeran re xwest û ev tişt anîn ziman: “ Em her roj ji bo vî welat û gelî şehîdan didin. Çawa ku Kobaniyan Ebû Leyla hembêz kir, îro jî tekoşer Abdulstar jî hembêz dike.Tekoşer Abdulstar soz dabû ku ew ê riya tekoşer Ebû Leya bişopîne. Ew îro di riya wî de şehî bû û soza xwe pêk anî.“Piştî axaftinan cenazeyên hersê tekoşeran li Goristana Şehîd Dicle bi dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşeran re spartin axê.
ANHA/KOBANÊ