HPG’ê diyar kir ku li navçeya Şirnexê Silopiyayê, di encama çalakiya sabotajê ya gerîlayan de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, roja 8’ê Mijdarê saet di 07:30 de hêzên me li navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ku ji qereqola Gitê diçû herêma Giryareşê, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayita zirxî bi temamî îmha bû. Hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN