19 salî ji zanîngehê hat dûrxisitn
Mandela gava 9 salî bû, ji ber tuberkulozê bavê wî jiyana xwe ji dest da. Nelson Mandela piştî ku ji zanîngehê hat dûrxistin, ji Transkeî veqetiya û çû Transvaal. Di sala 1942'an de li Zanîngeha Witwaterstrand beşa huqûqê qedand û dest bi parêzvaniyê kir. Bû yekem parêzerê reşik ê welêt. Di sala 1944'an de tevî Konseya Netewî ya Efrîkayê (ANC - African National Congress) bû, ku gelê herêmê li dijî cihêkariya nijadî ava kiribû. Di sala 1948'an de bû sekreterê Yekitiya Ciwanan a Kongreyê û di sala 1950 de jî weke Serokê Yekitiya Ciwanan a Kongreyê hat hilbijartin. Bi vî rengî bû yek ji lîderên rizgariya gelê Efrîka Başûr. Di sala 1952'an de bû Serokê Kongreyê yê Transvaalê û heman salê bû cîgirê serok û di sala 1991'ê de jî Mandela bû Serokê Kongreyê. Di vê navberê de baskê leşkerî yê kongreyê Umkonto û Sizwe (Rima Netewî) ava kir û bû serokê wê jî.
Sala 1962'an hat girtin
Di sala 1962'an de ji bo wergirtina piştigiriyê derket derveyî welêt û li Îngilîstan û welatên Efrîkayê geriya. Ji welatên Efrîka û welatên sosyalîst alîkarî stend. Gava bi hevalên xwe vegeriya welêt, bi hinceta bê destûr derketiye derveyî welêt, gel sor kiriye û sûîkast pêk aniye, hat darizandin. Mandela di parastina xwe ya li vê derê de diyar kir, ku ew ne neçare li gorî qanûnên parlamentoya ku spiyan temsîl dike ve hatiye derxistin, tevbigere û di sala 1962'an de ji aliyê Rêveberiya Spiyan ve bi 5 salan û di 14'ê Hezîrana sala 1964'an de jî ji aliyê Hukûmeta Efrîka Başûr ve bi cezayê heta dawiya temên xwe di girtîgehê de bimîne, hat cezakirin. Bi vê sekna xwe re bû nîşane û sembola Efrikiyên li dijî nijadperestiyê têdikoşin.
Serokdewletê Efrikaya Başûr
Di 2'ê Sibata sala 1990 de, Serokdewletê Komara Efrîka Başûr Frederîk W. De Klerk, qedexeya siyasetê ya 30 salan a li ser Kongreya Netewî ya Efrîkayê rakirin û bi îlankirina efûyê re, Mandela di 11'ê Sibata sala 1990 de ji girtîgeha li Girava Robben piştî 27 salan derket û azad bû. Mandela gava azad bû 71 salî bû. Bi azadbûna wî re, li gel reşikan her weha gelek spiyên li Efrîkayê jî kêfxweş û şa bûn. Mandela di heman demê de bû yekemîn Serokdewletê Efrîka Başûr ê bi hilbijartinên demokratîk hat ser deshilatdariyê. Nelson Mandela di navbera Gulana sala 1994 û Hezîrana sala 1999'an de, serokdewletiya welatê xwe kir.
Tekoşîna jiyana min
Nelson Mandelayê ku digot, “Têkoşîn jiyana min e. Heta dawiya emre xwe ez ê ji bo serxwebûna mirovên reş têbikoşim” piştî ji girtîgehê derket ji bo demokratîkkirina Afrîkaya Başûr xebitî. Mandela, di nav 40 salî de ji 100’î zêdetir xelat wergirt. Afrîkayiyên Başûr ku Mandela wek “Şervanê Azadiyê” qebûl dikin, didin xuyakirin ku eger Nelson Mandela nîn ba wê Afrîkaya Başûr a Demokratîk pêk nehatiba. Mandelayê di 10’ê Gulana 1994'an de bû yekemîn serokê reşik ê Afrîkaya Başûr di sala 1962’yan de Xelata Aştiyê ya Lenîn, di sala 1979'an Xelata Nehru, di sala 1981'ê de Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisky, di sala 1983'yan de Xelata UNESCO ya Simon Bolivar wergirt. Mandela di 15’ê Cotmeha sala 1993'yan de jî bi Frederik W. De Klerk re Xelata Nobel a Aştiyê wergirt. Nelson Mandela, Xelata Aştiyê ya Ataturk a sala 1992’yan ku hukûmeta dewleta Tirk biryar girtibû bidiyê qebûl nekir.
FRANKFURT