Malbatên Kurd di şerên 1990'an de ji ber zextên leşkeran gelek êşên mezin kişandin. Herî zêde dayikan êş kişandin. Yek ji van dayikan jî Saîle Kiliç e. Piştî ku hevserê Kiliç tevlî PKK'ê bû û 2 kurê wê yê tevlî nav refên gerîla bûbûn jiyana xwe ji dest dan, di 1994'an de ji ber zextên dewletê ji Sîlopiyê Koçî Mexmûrê kir.

Kiliç, ji gundê Nerex ê girêdayî Silopiya Şirnexê ye û di salên 1980'yan de PKK nas kir. Saîle Kiliç, da zanîn ku ew piştî ku ji ber zextan ji gund koçî Silopiyê bûn, li vir jî rastî zextan hatin û tenê salekê dikarîbûn li ber xwe bidin û wiha got: "Ji ber dijmin li wir dest ji me bernedida. Lewma em dîsa vegeriyan gund. Lê bibûn weke reşkên şevê û her tim derdiketin pêşiya me. Me biryar da em bi malbatî tevlî nav hevalan bibin."

Hemû malbat tevlî bû

Malbata Kiliç piştî biryar dan, destpêkê berê xwe dan Şirnexê, ji wir çûn Silopî û êvarekê berê xwe dan Cûdiya Mirada ku bi salan e hêlîna PKK'ê ye. Dayika Saile Kiliç koça sala 1994'an wiha anî ziman: "Em hatin Cûdî, hevalan em pêşwazî kirin. Piştî demekê em derbasî Şeranişê bûn. Mîna bi hezaran koçberên din ên Kurdistanê ku di welatê xwe yê parçekirî de dihatin sirgûnkirin heman êş, zext, birçîbûn, nexweşî û kiryaran re rû bi rû man."
Di pêvajoya ku wargeh wargeh digerin de hevserê wê Mihemed jî bi awayekî giran birîndar dibe piştî tedawiyeke demdirêj hinekî baş dibe. Hevserê wê weke milîs di nav xebatan de cih girt û paşê jî kurekî wê biryara xwe dide ku tevlî nav refê gerîla bibe. Kurê Saîle Kiliç Xeyreddîn, bi nasnav Ezîz di sala 1993'yan de, jiyana xwe ji dest da. Piştî vê kurekî din ê Dayik Saîle jî tevlî nav refên gerîla dibe. Kurê Dayik Saîle ku navê bira û rêhevalê xwe Ezîz li xwe kiribû di sala 1996'an de di şer de jiyana xwe ji dest dide.

´Ez serbilind im´

Dayik Saîle wiha behs dike: "Kurên min jîr, fêmdar û pir bi cesaret bûn. Dema biryara xwe dan ku tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin, em gelekî kêfxweş bûn. Me bi destên xwe çek diyarî wan kirin. Ez her dem di cihekî dilê xwe de şikestineke tunebûna wan dijîm. Lê belê, ez serbilind im ku ez xwedî kurên wiha me. Xwe ji bo gel û welatê xwe feda kirin. Piştî her du Ezîzê min şehîd ketin hîn zêdetir bi dil û can me têkoşîna xwe pêş xist. Ji ber ku ez dizanim a ku layiqê me didîtin jî ev bû. Her tim ev ji me dixwestin."

Hêzeke mezin dan

Dayîk Kiliç tevî ewqas êşên ku pê re rû bi rû maye diyar dike ku ev bedel ji bo têkoşîna azadiyê daye û têkoşîn fedakarî dixwaze. Kiliç got, "Destketiyên îro yê gelê Kurd hêza pêngaveke mezin a şehîdan e" û weha dewam kir: "Eger îro dozên dîrokî werin lêkolînkirin, wê were dîtin ku ev doz pêşketinên piştî xwe bandor dikin. Ev şehîdên yekemîn ên partiyê nirxên me yên şer rastî ne ku, bi qasî ku bi tu amûran hêza me têr nedikir, em gel zane û hişyar bikin, hêzeke mezin dan me, di me de taqeta meşê afirandin, rastiyên me hîn zêdetir ber bi parastinê ve birin û fermana berdewamkirina têkoşînê dan me. Eger şopdar û berdevkên wan li hember vê bûyera mezin neketibin bêzariyê, bi awayekî saxlem dilsoziya xwe bi wan re pêş xistibin, ev wisa ye."
Saîle Kiliç çîroka koçberiya xwe jî bi helbestê anî ziman.

Çîroka koçberiyê


Di qîrînên ji ber axînên welatê min
Em şiyar bûn ji xewê
Bi dengê hevalan dihat nixumandin şev
Ji serma payîzê xwe diparast bi vî rengî
Dianî ziman hevalekî:
"Dilşikestinên mirov kamil dikir bêhn vedidan
Lê mixabin
Her diyarde ji bo xwe mîna qederekê jî dîtibû
Fêm dikir, tê derdixist
Û  Ji hev derdixist gelek tişt
Bi ser diket
Ya ku weke qederê pênase kiribûn
Bendewariyan bêguman dixwest
Wateyê bide van
Lê, efsûn û sira tariyê ji cewher ne dûr bû
Loma ji êşan rizgar nedibû welat
Lorîkên ji bo raketina zarokên li ser lêvên ziwa
Tesîr nedikir li xewê
Û Tim û tim diveciniqîn ji xew
Ne dişibiyan tu lorîkên welatên din
Her çi qas bi stranan û bi helbestan jî hatibe ziman
Mîna qîrînekê terîfa lorîkên me zehmet e…"


RÛŞEN BÎNÎCÎ / DÎHA/MEXMÛR