Di encama şerên di navbera çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’ê de ku li derdora Ezazê diqewimin, kampên penaberan ên Êkde (Zeyzefûn) û El-Heremên şewitîn. Ji ber vê jî koçber ji van kampan derketin û îcar berê xwe didin Kantona Efrînê.
Pêr zêdeyî 70 malbatî ji van koçberên ji wargehên koçberan ên li Ezazê bi ser gundê Qitmê yê navçeya Şera derbasî herêma Efrînê bûn. Koçberên ku xwe gihandin herêmê diyar kirin ku hin caran koçberên di van kampan de jî dibûn armanca êrişên komên çekdar û rastî topbaranê dihatin. Ji ber vê sedemê jî neçar mane wargehên penaberan bi cih bihêlin û pena xwe bigihînin Efrînê. Hin welatiyan fikir û nêrînên xwe wiha anîn ziman.
Heysem Hemîd: “Em li kampa Heremê ya Ezazê diman. Rojane di navbera hin komên çekdar de ku em nas nakin û çeteyên DAIŞ’ê de şer diqewimî. Ji ber vî şerî gelek top û gule digihiştin kampa me. Êdî me nekarî xwe li vê rewşê ragirin, lewra me berê xwe da Efrînê.”
Ebû Ehmed: “Me dît li Efrînê ewlehî û aramî heye lewra me berê xwe da Efrînê.”
Cûma Yaqûb: “Em ji gundê Şêx Îsa ne. Li gundê me di navbera komên Koalisyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Lewra me berê xwe da herêma Efrînê ya ewle.”
Wargeh nêzî sînorî Tirkiyeyê ne
Kampa El-Heremên beriya salekê nêzî gundê Birîşa yê Bakurê Helebê ku nêzî sînor e, hatibû avakirin. Kamp qederê 300 metroyê dûrî navenda Ezazê ye. Kampa Êkde jî nêzî gundê Zêzefûn e ku 14 km dûrî Ezazê ye û nêzî sînorê Tirkiyeyê ye.
NORHAT HESEN / SEYDO ÎBO/ROJNEWS / EFRÎN