Komele her weha çûn gundê Sinirli û alav komkirin bi 3 wesayîtan birin teslîmî malbatên Kurd ên Rojavayî kirin. Keyayê gund Huseyîn Çakir gef li wan xwar û xwest gund biterikînin. Li hemberî vê yekê endamên Komeleya Piştgiriya Karkerên Rojane Îzzet Men nerazîbûn nîşan da. Men, diyar kir ku daxwaza karkeran ji gund derbixin li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Heta hincetekî zagonî nebe tu kes nikare karkeran ji vir derbixe."
Di şert û mercên xirab de dijîn
Karsaz Yusuf Abas ê ku ji heman gund û karkeran dide xebitandin jî rastî gefên keya û birayê wî hatin. Rayedarên komeleyê diyar kirin ku wê li ser mijarê bisekinîn û mafên koçberan biparêzin. Serokê Komeleya Karkeran Cevher Ozdemîr, diyar kir ku piştî hûnbûn ku karkerên Rojavayî mexdur bûn dest bi tevgerê kirin û wiha got: "Ji bo ku em li cihê bûyerê wan bibînin em çûn û me bûyer dît. Me dît ku mirovên di şertên nebaş de dijîn hebûn. Pişt re em bi sîmsar û karsaz re hatin cem hev. Piştî em têkiliya karker û sîmsar qut kir me bi karsaz re diyalog pêk anî. Pişt re me soza wê şertên wan ên jiyanê baş bike û rojaneya wan jî 40 TL. bike girt." Cevher, anî ziman ku piştî karsaz Yusuf Abas got ew dê berpirsiyara hemû pirsgirêkan li ser xwe bigire li hev hatin û wiha axivî: "Lê emê li ser bûyera duh hatî jiyîn rawestin. Emê pirsgirêka hate jiyîn bi lezgînî çareser bikin."
DÎHA/MANÎSA