Bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Rojava û Iraqê di 26’ê cotmeha 2013’yan de ji aliyê YPG’ê ve ji destê çeteyên girêdayî DAIŞ‘ê û Cebhet El-Nusra hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê, hêzên YPG’ê dest bi paqijkirina mayînên ku çeteyan li pey xwe çandibûn kir. Ji ber van mayinan ji bo demekê destura welatiyên ya vegerê nedihat dayîn.. Piştî paqijkirina mayînan, ji bo ewlekariya welatiyan li bajarokê herî dawî hêzên Asayîşê hatin avakirin.Her wiha pirsgirêkên wekî av, ceryan û nexweşxaneyê jî hatin çaserkirin. Piştî van amadekariyan welatiyên ku ji aliyê çeteyan ve bi darê zorê ji malên wan hatibûn derxistin û koçberkirin, vedigerin malên xwe. Heta niha gelek welatî vegeriyane malên xwe û hatina wan didome.  Ji bo ewlekariya welatiyan jî hêzên Asayîşê dewriyên xwe zêde kirine. Endamê Rêveberê Hêza Asayîşê ya herêmê Til Koçer Nafiz Ebdilezîz, diyar kir ku vegera welatiyan hinekê bi derengî ket, lê ji bo aramiyê ev mecbûrî bû. Ebdilezîz diyar kir ku di van 2 rojên dawî de hejmarek zêde ji welatiyan vegeriyane û ew jî tedbîrên ewlekariyê zêde dikin. Ji welatiyên vegeriyane malên xwe, Hennan Feysel ku ji 9 mehan ve ji male xwe dûr ketiye, kêfxweşiya xwe anî ziman û ji YPG’ê spas kir. Welatiyê bi navê Rêzan Elî jî diyar kir ku bi vegerê re jiyana wan ji nû ve destpê kiriye û spasiya YPG’ê û Asayîşê kir.

ANHA/DÊRIK