Bîrkarê Kurd ê ji Merîvanê Koçer Bîrkar di encama pêşbirka kovara Prospect de weke hizirmendê sala 2019´an hat hilbijartin. Kovar ji encamê razî bû û dibêje, "Gelekî û gelekî em razî ne, ji ber ku em dibînin bi vî awayî, bi qedrê karê bi temamî yê hizir û fikrê, tê zanîn.
Matematîkvan yanî bîrkarê Kurd Koçer Bîrkar di pêşbirka hizirmendê herî baş ên 2019´an de bû yekemîn. Ev pêşbirka hanê bi destê kovara Prospect hat birêvebirin û pirraniya kesên dengê xwe dayî, ji nava 50 kesî Koçer Bîrkar weke hizirmendê herî serketî neqand. Kovar bi xwe ji encamê gelekî razîbû, lewma li gorî wê, "Em dibînin bi vî awayî bi temamî bi qedrê karê hizir û fikr e, tê zanîn."
Di çarçoveya pêşbirkê de kovara ingilîz Prospect 50 nav diyar kirin. Bi dehhezaran kesî dengê xwe da û bêhtirî nîvê van jî Koçer Bîrkar tercîh kir. Kovar dide zanîn ku ji şiroveyên dengdanê diyar dibe ku gelek Kurdan dengê xwe daye Koçer Bîrkar. Kovar ji bo vê encamê dibêje, "Gelekî û gelekî (ev encam) me razî dike, ji ber ku em dibînin bi vî awayî qedrê karê bi temamî yê hizir û fikr e, tê zanîn. Û ev ducarî jî wisa ye ji ber ku yê serketî Field Medal (Nobela Matematîkê) wergirtiye û paşxaneke wî ya xurt heye."
Gava kar dike li muzîkê dihisîne
Yanî bi van gotinan kovar ji encama pêşbirkê razîbûna xwe îfade dike. Koçer Bîrkarê 41 salî li nêzî Mêrîvanê hatiye dinê. Piştî xwendina li Tehranê ew sala 2000´î diçe Brîtanyayê ji bo xwendinê. Û ew careke din jî venagere welatê xwe. Ew doza penaberiyê dike û sedema navê li xwe kirî yanî Koçer jî ev doza penaberiyê ye. Navê wî yê jidayikbûnê Ferîdûn Derexşanî ye.
Mamosteyê li Cambridgê ji bo matematîkê çi kiriye? Bersiva wî besît û kin e: "Çareseriya hevkêşeyên polînomînal." Ev hevkêşeyên wisa ne ku di wan de navên weke X û Z bi varyantên weke X2, X3 hene. Ev hevkêşe elaqedarî geometriyê ne ji ber ku ew ji bo terîfkirina teşeyan, forman tên bikaranîn; bi gotina wî ji bo terfîkirina "tiştan".
Bîrkar mirovek e ku matematîkê weke nîv zanist û nîv huner dibîne û biya wî bi wan re gelek hêmanên din jî hene. Gava ku ew kar dike guh dide muzîka klasîk û ya Kurdî.
Bîrkar hizirmend e jî
Qehremanekî wî jî heye ku ew wî ji xwe re dike mînak: Alexander Grothendieck. Ew bavê geometriya algebraîk (cebirî) ye. Di dema faşîzma Hitler de weke kesekî bê dewlet ew direve û xwe diavêje Fransayê. Lê ji ber fînansmana ji eskeriyê û zexta karkirina ji bo eskeriyê, ew ji wir berê xwe dide Vîetnamê. Weke protestokirina bombekirina Emerîkiyan ew li daristanên li derdora Hanoiyê dersa teoriya kategoriyê dide.
Bîrkar dibêje, hinek hene bawer dikin matematîsyenek nikare bibe fikirdarekî xurt û wan bi navê matematîkvan ê bi Kurdî re rûbirû dike: Di Kurdî de Bîrkar ne tenê matematîkvan e, lê her wiha hizirmend e jî.
LONDON.
Saziyek ji zanistê û matematîkê re
Koçer Bîrkar bi merasîmekê, Adara bihurî ji Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê doktoraya rûmetê wergirt. Di dema merasîmê de Koçer Bîrkar ji guhdaran re peyivî û got, birayê wî yê mezin Heyder gelekî alîkar bûye pê re dema ku zarok bûye. Di heman axaftina xwe de wî îşaret bi girîngiya sazûmaniyê kir û got, saziyek divê ku sanyar û bîrkarên Kurd bîne cem hev û perwerdeya zanist û matematîkê bi pêş bixe.