Nêzî sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zilamekî ciwan bizinên kovî kedî dike. Ev ciwanê bi navê Koçer vî karî weke hobiyekê dike. Koçer dibêje, wî beriya çend salan du kahrikên bê dê û xwedî dîtine û niha ew li gundê Çiya Raza yê Silêmaniyê keriyeke bizinên kovî xwedî dike.
Koçer dibêje, ji bo çêrê ew wan rojê du caran dibe çiyê jî, yanî sibehan û piştî nîvrojan. Ew çendî bibêje kedîkirin û kerîkirina wan zehmet bû jî, jê hatiye ku ji bizinê kovî keriyekî kedî çêke. Ji bo vê ew kahrikan ji Cotmehê heta Gulanê li cihekî têr êm dihêle da ku pêdiviya wan zivistanê bi derketina çêrê nebe. Bi vî awayî jî wan kedî dike.
SILÊMANÎ