
Koçerê di demsala zivistanê de vegeriyane ser warê xwe yên zivistanê li benda hatina baharê ne ku derkevin zozanan. Koçerên Êlihê, li gundê Meymûniyê yê navbera çiyayên Ramanê bakûr û Ramanê rojhilat ên di nava Êlih û Heskîfê de ye konên xwe vedana û li benda hatina baharê ne. Koçerê ku mehên xwe yên zivistanê di gund derbas dikin dema bahar tê jî derdikevin zozanan. Koçer bêyî ferq û cudahî bixin nav jin û zilam dixebitin. Jin bi karên nava konê û xwedîkirina pez re mijûl dibin, zilam jî di saetên zû yên sibê de pez dibin çiya û wan diçêrînin.
ÊLIH