Ev lîstika beriya bi 4 hezar salan li nava axê hatiye kolan, nîşan dide ka çawa di zemanên berê de koçeran kêf dikir.
Li Azerbeycanê, bermahiyên lîstikeke li ser texte/lewheyan maye ku muhtemel e yek ji kevintirînê dinyayê be. Mirov eşkere kunên pişûk nas dike li vê stara di nava zinaran de. Beriya bi 4 hezar salan li van deveran eşîrên koçer hebûn. 58 kunên di erdê de kolayî li gorî arkeologan, weke “58 kun” yan jî weke “Tajî û Çeqel” jî tê nasîn. Ji ber ku ev lîstik di gora Firewûnê Misra Kevin Emenemhatê Çarem (beriya mîladê sedsala 18´an) de hatiye dîtin û tê de berikên lîstikê weke heywanan hatine çêkirin.
Ev lîstika hanê ji ya Firewûnê Misrî jî kevintir e. Arkeolog pê dizanin ku lîstik beriya bi 4 hezar salan Misr û Mezopotamya jî di nav de li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye. Axir lîstik li gelek deveran hatiye dîtin, lê tevî ku nav jî lê hatiye kirin, hîna bi qaîdeyên wê nayê zanîn. Ev lîstika kevin, bi qasî lîstika Meliktiyê ya Ûrê kevin nîne ku qederê hezar salekî kevintir e.
Cihê ku lîstik lê hatiye dîtin Parka Neteweyî ya Gobustanê ye ku UNESCO´yê weke mîrateya cihanê qebûl kiriye. Ev dever meşhûr e ji ber resmên li ser zinar û di şikeftan de.
BAKÛ