Êlên Koçeran li herêma Koçeran a ku di navbera Çiyayê Qereçox û heta sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de dijîn û navê wan li herêmê hatiye kirin. Koçer li 33 gundên herêma koçeran a girêdayî bajarê Dêrikê, dimînin.

Dîroka vê herêmê vedigere dema hevpeyîmana Sykes-Picot a ku di encama wê de sînor hatin danîn û Sûriye, Îraq, Îran û Turkiye ji hev hatin qutkirin û Kurdistan bû Çar perçe. Ji ber vê perçebûnê jî ev êl li herêmê man û nikarîbûn ku li tevahiya herêman bigerin û pezê xwe weke Koçer xwedî bikin.

Koçeran berê  ji bo Çêrandin û xwedîkirina pezê xwe Koçerî dikirin. Gera wan ji Çiyayê Çengalê yê başûrê Kurdistanê dest pê dikir û hetnî Herekola Mîran, Gola wanê ya li herêma zozanan a bakurê kurdistanê bi dawî dibû û wisa her sal, dobare dibû.

Koçeran tenê bi xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikirin. Lê piştî ku koçer ji jiyana koçeriyê derbasî jiyana li gundan bûn, di malên ku ji heriyê hatine çêkirin de bi cih bûn û dest bi çandina berhemên wekî genim, ceh, nîsk û gelek cureyên din ên çandiniyê jî kirin.

Li herêma Koçeran ne tenê Êlên Koçeran hene, gelek êlên din yên kurd jî hene, lê ji ber ku rêjeya Koçeran ya herî zêde ye, herêm bi navê wan hatiye bi navkirin.

Herêma Koçeran weke herêmeke pir êl tê naskirin, li gorî hin çavkaniyan, li herêmê du êlên sereke hene ew jî êlên (Şeld û Mîranin). Li gorî ku şêniyên herêmê dibêjin ku koçer dibin du şax. Şaxê yekemîn êla Mîran e û ev nav jî li êlên ku di destpêka sedsala 18 ̍an sewal xwedîdikin hatiye kirin û bi xwe jî  di nava xwe de dabeşî êlên Mîran, Dudêra Elka û Ilka dibe.

Şaxê duyemîn ji êlên koçeran jî êla Şeld e û di nava xwe de dabeşî êla Xêrka ya ku li gundên Banê Şikeftê, Elî Gamêş, Şerk û Teqil Beqil dimînin. Beşê duyemîn jî êla Teya ya li gundên Girgê Hiyûl û êla Mûsa Reşa, Batwa, Kejan in. Di destpêka sedsala 19 ̍an de jî Serokatiya van êlan ji malbata Reş axa derbas malabata Başa bû.

Li gorî hin çavkaniyên ku derbarê êlên Koçeran de xwedî agahî ne, Êlên Koçeran dibin 5 beş: 

1-Êla Wara Serê ya ku li gundên Siwêdiyê, Sêgira, Qildoman û Giresorê Feqe diman.

2-Êla Sênika ya ku li gundê Bista Sos û Tebkî bi cih bûye.

3- Êla Berkelhî ya ku li gundên Qereçox, Kaniya, Til Xenzîr, Kelhî, Gir Kenda, Gundik û Girkgê Hiyûl bi cih bûye.

4- Êla Xêrka ya ku li gundê Elî Gamîş, Banê Şikeftê, Şerk û Teqil Beqil bicih bûye.

5- Êla Teya ya ku li gundê Girgê Hiyûl bicih bûye.

Derbarê jiyana koçeriyê de welatiyê bi navê Iyade Hacî yê ji gundê Kelhî wiha dibêje:  ̎Me karê şivantiyê  û xwedîkirina sewalan ji bav û kalên xwe girtiye û ew ji di jiyana me de tiştekî sereke ye. Berê koçer di dirêjahiya salê de digeriyan û sewalên xwe xwedî dikirin, lê belê tevî ku em li gundan bicih bûn jî me dest ji pîşeya bav û kalên xwe berneda. ̎

Hacî di berdewamiya axaftina xwe de got ku tevî hemû hewldan û siyasetên erebkirinê yên ji aliyê rêjîma Baas ve dihatin meşandin jî, çand û kultura kurdî di nava êlên koçeran de hat parastin.

Hacî bang li hemû şêniyên herêam koçeran kir ku çand, kultur û mîrasa koçerîyê ya kurdî, biparêzin.

Welatiyê bi navê Salih Qasim Bênav ê ku yek ji kesên pez xwedî dike, got ku xwedîkirina sewalan çavkaniya tekane ya ku hemû malbatên Koçeran debara jiyana xwe pê dikin e û her wiha pêdiviyên mast, şîr, goşt û hiriyê yên bajarê Dêrikê jî pêyda dikin.

Bênav di dawiya axaftina xwe de got ku ferdên malbatên koçeran hemû bi hev re sewalan xwedî dikin, hin ji wan pez diçêrînin, hin jî erkên xwarindayîna sewalan û çêkirina mast û penêr digrin ser milê xwe.


VASTÊR MÎRZA/ANHA/DÊRIK