
Li dehan gundên herêma Koçerat dengbêjên jin û mêr ên ku stranên koçerî dibêjin hene. Ew bi vê yekê çanda dîroka xwe diparêzin û derbasî nifşên nû dikin.
Herêma Koçerat a ser bi Dêrikê, bi dewlemendiya xwe ya çandî tê naskirin. Êlên Koçeran ji bo peydakirina herêmên baş ji bo çêrandin û xwedîkirina sewalên xwe di rewşeke kon barkirin û danînê de bûn. Ew di navbera dêmanî û zozanan de ji cihekî diçûn cihekî din. Bi vê yekê jî ji bandora siyasetên pişaftina çandî ya ku gelê Kurd rastî hat, nisbî hatin parastin.
Herêma Koçerat bi strannên koçeran
Navê herêma Koçerat ji ber êlên koçeran ên li vê herêmê ye. Ew li gundên di navbera Çiyayê Qereçox û sînorê Başûrê Kurdistanê de bi cîh dibin. Li vê herêmê 33 gund hene.
Koçer bi stranên xwe yên dengbêjî ku weke “Stranên Koçerî” tên binavkirin, tên naskirin. Stranên koçerî weke hunereke resen a koçeran tê naskirin. Ev cureyê stranan yek ji wan navgînan e ku koçeran bi riya wê dîroka xwe parast û derbasî nifşên nû kirin.
Di nava gundên koçeran de bi dehan jin û mêrên ku van stranan dibêjin hene. Nexasim jî kesên temen mezin, vê hunerê baş dizanin.
Li gorî hin dengbêjan gelek cureyên stranên koçerî hene.
Hin ji wan ev in:
Bêrîta: Di van stranan de behsa şerên ku gelê kurd bi giştî û bi taybetî jî koçer tê re derbas bûne tê kirin. Di van stranan de qala lehengiya kurdan tê kirin.
Bayzûk (Payîzok): Di van stranan de jî behsa çîrokê hezkirin û nevîniyê tê kirin. Şêla payîzê jî ji bo terîfê tê bikaranîn.
Helavêtin, Tilê ê Giranî: Ev cureyên stranan di şahiyan de, di şevbêrkan de tên gotin. Li gel her stranekê cureyekî govenda gelerî jî heye.
Hunera pêşiyan
Yek ji dengbêjan Nîzar Cowêl Kelhî (50) ye. Wî çanda dengbêjiyê ji bavê xwe wergirtiye, bavê wî jî ji bavê xwe fêr bûye. Ev 30 sal in ku van stranan dibêje.
Cowêl dibêje ku ew bi jiberkirina van stranan dixwaze ku çand, huner û kultura kurdî biparêze û derbasî nifşên paşerojê bike.
Her wiha gelek denbêjên jin jî hene. Jin gelek cureyên stranên koçerî û bi taybetî yên şahî û yên palehiyê dibêjin.
Rêûresma kevin mijarên nû
Dayika Besê Hacî Mihemed (53) jî ev 40 sal in stranên koçerî dibêje. Dayika Besê dibêje ku jiyana jina Kurd û nexasim jî ya jina koçer bi zehmetiyan dagirtî ye. Lê tevî van zehmetiyan jî jina koçer karîbû ku çand û kevneşopiyan biparêze.
Dayika Besê ne tenê strana jiberkirî dibêje, wê stranek derbarê berxwedana Rojava û Şengalê de bi navê ‘Fermana Kurdan’, afirandiye.
Stran behsa êş û berxwedana jin û dayikên kurdan ên li Kobanê û Şengalê dike.
NEJBÎR OSMAN/ANHA / DÊRIK