Komîteya Malbatên Şehîdan a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê 17 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên di dem û cihên cuda yên meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser wateya şehîd a di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de KODAR di daxuyaniya xwe de got, “Ma li ku derê hatiye dîtin ku jiyaneke azad wer hêsanî hatiye bidestxistin. Eger azadbûn an jî azadî ew qasî bi hêsanî hatiba bidestxistin wê keç û xortên berxwedêr ên Kurd xwe ji lat û zinaran neavêtiba, xwe di nava dilê faşîzmê de neteqandiba, neçûba sêdarê û bi pêtên agir govend negerandibana. Ev mînakên lehengiyê yên bêwêne vê rastiyê didin selmandin ku kêliyek an jî xuleyeke tenê ya azadiyê jî bê berdêl nîne an jî nabe.”
Komîteya Şehîdan a KODAR’ê diyar kir ku îro Arîn Mîrxanên qehreman, li Kobanî di berdêla fedakirina canê xwe de pêşerojeke azad diyarî gelê xwe dikin.
Komîteya Şehîdan a KODAR’ê herî dawî jî bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku di rêya van şehîdên qehreman ên di oxira avakirina neteweya demokratîk de giyanê xwe fedakirinê de bimeşin û beşdarî berxwedana Kobanî, Şengal û YRK-HPJ’ê bibin kir.
QENDÎL