Hevserokê Konseya Rêveber a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuad Bêrîtan li ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî got ew modêla Xwerêveberiya Demokratîk a li Rojava ji xwe mînak digirin û çareseriya Rojhilatê Kurdistanê jî di vê modêlê de dibînin. Bi berdewamî got, heke Îran li gorî hevsengên nû yên Kurdistanê û herêmê nêzîkatiya xwe ya li Kurdan neguherîne ew ê bi krîzeke mezin re hevrû bibe. Hevserokê KODAR’ê pirsên ANF’ê bersivandin…

Beriya demekê 2. Kongreya KODAR’ê pêk hat. Li gorî kongreya 1. çi guhertin pêk hatin?

Ev paradîgma ku KODAR li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser hate avakirin, bi rengekî diyar li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hêza xwe ji bo çareserkirina mijarên siyasî û civakî  diyar kirin. Bi awayekî çalak navê xwe xist rêza yekem ji yên ku xudan formîleke taybet in ji çareseriya qeyranên siyasî, huqûqî û civakî a civakê re. Ev rewş û ev ezmûna demokratîk, giraniya paradîgmaya KODAR’ê berfireh dike. Ev guhertin li ser faktorên siyasî ên li Kurdistan û Îranê jî bandor kirine. Di kongra duyemîn de, ev hemû mijar mîna derfet û metirsiyên qonaxê hatin diyarkirin û li ser guftûgo hatin kirin. Bi giştî KODAR di rêka gihîştina bi armancên xwe û li ser hîma ezmûnên ku di du salên bihûrî de bi dest xistiye, gavek ber bi pêş çû û xwe ji bo werzeke nû ji tekoşînên demokratîk û piralî, di rêka pêkhatina modela konfederalîzma demokratîk amade dike.
 


Gelo di sekna we ya li hember Komara Îslamiya Îranê çi guhetin çêbûne?

Prensîba bingehîn a KODAR’ê li hember Komara Îslamî bi wî rengê ye: Eger Komara Îslamî mafê ‘xwerevêberî’ bi fermî nas bike û amade be ku zagonê xwe ya bingehî biguhere, KODAR jî ji wê yekê re hazir e ku pê re danûstan bike. Eger newisa be jî KODAR hewl dide modela Konfederalizma Demokratîk bi awayeke yek alî bi rêxistin bike. KODAR pergaleke demokratîke ku modela dewlet-netew esas nagre û di pêşniyaza civakê de dixebite. Eger Komara Îslamî bikaribe hezim bike, wê demê danûstandin pêkan e; lê eger ne wiha be û Komara Îslamî a Îranê ev modela demokratîk weke tehdîd bibîne û bi feraseteke emniyetî lê binêre, wê rewşek cihêwaz rû bide. Rewşek wisa ku KODAR di nav de, li hember her cûre zext û gefek, li ber xwe dide û parastina rewa esas digire. 

Gelo potansiyeleke wisa di Komara Îslamî de heye ku bi rengekî demokratîk û bi rêka diyalog ve pirsên hundurîn û pirsa Kurd çareser bike?

Dema ku Îran bi dijminê xwe yê îdolojiya xwe re hevdîtinan dike, çima nikare bi hêzên demokratîk û civakî yên li Kurdistan û Îranê re rûnê. Rastî ew e ku veguhertinên herêmê ber bi aliyekî ve dimeşe ku berçav negirtina vebûna demokratîk di Îranê de ne gengaz e. Ji ber ku eger ne wiha be pêlên qeyranên ku heya niha piranî li derveya sinûrên Îranê ne derbasî hundurê Îranê bibe. Dewleta Îranê  ku  nêrîna xwe di derbara hevsengiyên siyasî û herêmî yên Kurdan neguherîne, wê bi qeyraneke ciddî û kûr re hevrû bibe. Li Rojavayê Kurdistanê û bakura Sûriyê li ser avakirina pergala federatîv nîqaş hene ev mijar hatiye teqezkirin. Rewşa Tirkiye li ber çavan e. Hikûmetek ku ji çareseriya demokratîk direve û di rastî de welat ber bi heldêrê ve dibe. Ev rastiyek e; dostaniya stratejîk yê bi Kurdan re û pejirandina mafê xwerêveberiya wan zemînan çêdike û enerjî dide. Berovajî wê yekê jî dijminatiya bi Kurdan re û  nasnekirina mafê an, vedigere xala herî lawaz yên hikûmetan û wan ber bi qeyranê ve dibe. Zêdebûna hêza siyasî û tekoşînên Kurdan wê yekê hîn bêtir dide ferzkirin.                                                    

Hûn dibêjin KODAR pergaleke sîwan e û dikare hemû partî û tevgerên siyasî di navxwe de bi cih bike û hûn dikarin bi partiyên siyasî yên Kurd li Rojhilata Kurdistanê de di nava danûstanan de bin. Hûn di wê baweriyê de ne ku partiyên din wê mijarê erê bikin?

Çêbûna eniyeke demokratîk a berfireh li Rojhilata Kurdistanê û Îranê pêwîstiyeke dîrokî ye. Parçebûn û belavbûna hêzên civakî û siyasî yên ku avabûna, civakêke azad û demokratîk dike armanca xwe ya sereke, gef û tehdîdeke ciddiye ji demokratîzasiyona Îranê re. Em weke pergala KODAR, tevî ku bi hemû hêzên xwe ve hewl didin rexistin û zemînan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ava bikin, di wê rêkê de ji hêzên xwe yên fikrî û rêxistinî bi bawer in û di heman demê de amade ne  bi her tevgerê re danûstandinan bikin. Ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê re jî, bi nêrîna me danûstandin û hevgirtineke bêtir di navbera me û tevgerên azadîxwaz û demokrat a di Azerbaycan de, hêzên guhertinxwaz a Ereb, Belûç, Tirkman û herwisa hêzên din a Îranê weke pêwîstiyeke dîrokî û armanceke stratejîk e. Di wê rêkê de em weke KODAR amade ne ku bi  berpirsyariyên xwe rabin.

Niha li rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê çêbûna federasyona rojava û bakurê Sûriyê tê axaftin. Elaqa we wek KODAR bi rojavaya Kurdistan û modelek ku li wê derê heye çiye?

Modelek ku niha li Rojavayê Kurdistanê de heye, di rastî de diyardeyeke kiryarî ye, ya wê modele ku em ji bo Rojhilatê Kurdistanê dixwazin. Li wê derê çi derbas dibe? Xwerêveberiya demokratîk di Rojavayê Kurdistanê de tevahî aliyên siyasî, etnîk û olî yên cih bi awayekî fermî nas dike û wana dixe nava rêweberiya siyasî de. Wekheviya jin û mêran di hemû astên civakî, siyasî, rêveberî û leşkerî de hatiye avakirin. Hevpeymana civakî a Rojavayê Kurdistanê, hevpeyvîna herî pêşketî a di Rojhilata Navîn de ye û di heman demê de mekanîzmayên bi kirin û çavdêriya li ser wan jî hatiye ava kirin.  Pêşdeçûnên ku rojavayê Kurdistanê ceribandiye, potansiyeleke  ji bo tekoşînên me ya fikrî û siyasi, di Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Êdî Kurdan aktorekî  girîng in di herêmê de û bêyî li berçavgirtina daxwaziyên wan ên demokrat û mirovî, çi projeyek li Rojhilata Navîn bi  pêş nakeve.

Li meclisa Îranê çêbûna fraksiyona Azeriyan mijara behsê ye. Nêrîna KODAR’ê ji bo wê mijarê çiye?  

Avabûna fraksiyona Azeriyan an jî hebûna fraksiyonên Kurdan, Ereban û hwd. di rewşeke wiha de ku bi armanca pêkanîna rista demokratîk û çareserker be, dikare sûdewar be. Eger ne wiha be jî tenê bi hebûna qaliban û mekanîzmayan bi tenê ne têrker e û sûdek jê tuneye. Mijara bingehîn ev e ku wan fraksiyonan heta çi astê dikarin û dixwazin ji bo gihaştina bi mafên bingehîn û mirovî yên etnîsîteyan û gelan li Îranê gav bavêjin û di rêkek de bimeşin, da ku cihêyî û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe. 


Divê dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bîne

Çalakiyên li Rojhilat ê Kurdistanê yên ji bo pitgiriya HDP’ê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin asteg kirin. Vê helwestê hûn çawa dinirxînin?

Pêwîst e berpirsên Îranê wê pirsê bibersivînin. Çima îtraz û nîşandana nerazîbûna li dijî dewleta dagirker a Tirkiye weke tehdîd ji bo Îran tê dîtin? Çêkirina astengan li hember çalakiyên nerazîbûna medenî yên Kurdan û wijdanên şiyar a mirovan, naye qebûlkirin û mehkûmbûyî ye. Ji aliyê siyasî ve dewletên Îran û Turkiya du ser ji bereyên muxalif in û hev du pasîv dikin. Mînaka wê jî kiryarên wa li Sûriyeyê û Iraqê ne. Pêwîste e dewleta Îranê dev ji mentiqa kevn a ‘mijara Kurd tehdîd hevbeş a Îran û Turkiye ye’ ber de. Dijminatiya bi Kurdan re û tehdîd dîtina wan, ne tenê deskeftiyek bi xwe re nayîne lê hêzeke giran jî dike xisar. 

Nezîkbûna Tirkiya a faşîstî li hember Kurdan, wê welatê ber bi helweşînê ve bibe. Dewleta Tirkiyê bi nêzîkatiya xwe ya dijminane li hember Kurdan, di rastî de xwe ber bi mirinê ve dibe. Her cure karê ku piştgşrî bide hukûmetek wiha faşîst, ji bo dewleta Îranê jî bê deskeft dibe. 

Dewleta Îranê jî pêwîst e wê peyamê nede ku di dijminî bi Kurdan re bi Turkiyeyê re hevpar û hevbîr e. Nêzîkatiyeke emniyetî li hember dijberên dewleta Tirkiyê di Îranê de, nîşan dide ku Îran ji mehkumkirina Turkiye nekêfxweş e. Gelo gelê Kurd bêtir ji vê ku her du dewletan hevpar û hevbawer in, ji wan helwestan çi fêm bike? Eger dewleta Îran dixwaze berevajî wê yekê nîşan bide, çima pêşî ji wan çalakiyên medenî digre?


NAVENDA NÛÇEYAN