
Hevserokê Komelgeya Demoqrasî û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Bêrîtan ragihand ku Kurdistan di qonaxekî dîrokî re derbas dibe û got; “Li Kurdistanê derfet û xeteriyên mezin hene ji ber wê pêkanîna kongereyî netewî ya Kurd pêwîstiyekî dîrokiye.”
Li gorî Bêrîtan, pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdan di serdemeke bi vî rengî de, wê hemû gefên herêmî yên li ser Kurdan pûç bike. Bêrîtan got, “Pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdan wê li Rojhilata Navîn rê li ber bihara Kurdan veke.”
Bêrîtan tevî destketiyên mezin ên ji bo Kurdan, bal kişand ser xizmeta mezin a Kongreya Neteweyî ya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê û diyar kir, qelsbûna gelê Kurd di heman demê de tê wateya xurtbûna hêzên dagirker û komên terorîst ên li herêmê.
Ji bo partiyên Rojhilat bang
Hevserokê KODAR’ê bang li hemû tevgerên siyasî yên Kurd kir, ku li pêşberî van xeteriyan bi erk û berpirsyariya xwe rabin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Girîng hemû hêzên li Kurdistanê, bi taybetî tevgerên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, di pêkhatina kongreya neteweyî de xwe berpiryar bibînin û li pêşiya vê yekê nebin asteng. Rastiya siyasî ya vê serdema hesas ew e, ku di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê pêwîstî bi yekîtiya hemû hêzên siyasî heye.”
KODAR amade ye
Di dawiya daxuyaniya KODAR’ê te wiha tê gotini; “Weke KODAR’ê em banga KCK’ê ya ji bo Kongreya Neteweyî gelekî girîng dibînin û li bendê ne ku hemû hêzên siyasî yên li Kurdistanê, bi taybetî yên li Rojhilatê Kurdistanê cihêrengiya xwe deynin aliyekî, xwe nêzî hev bikin û gavên çêker bavêjin. Weke KODAR’ê ew ji vê yekê re amade ne. Pêknehatina yekîtiya Kurdan wê xizmetê ji dijberan re bike. Bêguman partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî divê karibin di bin sîwana Kongreya Neteweyî de xeterî û derfetên heyî binirxînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN