Hevseroka Konfederasyona Êzîdiyan Feleknas Uca di komîsyona amadekar ya konferansê de cih digire û aktîvîsta DOKH’ê Gul Kiziltaş ji ANF’ê re nirxandin kir û diyar kirin ku ev 90 sale li Kurdistanê gel rastî pêkanînên îmha û înkarê tê û ligel Kurdan, ermenî û êzdî, suryanî, ereb û baweriyên cuda jî êşên mezin kişandine. Her wiha da zanîn ku ev konferans bo hemû gelan dê biryarên girîng bigire.

Uca destnîşan kir ku ev konferans xwedî girîngiyeke stratejîj ya ku qedera Kurdan diyar dike ye û di alî civaka Êzîdiyan de jî konferansek dîrokiye. Uca got piştî lihevkirina Lozanê cara yekemîn civakên Kurdistanê dê bên cem hev û nîqaşan bimeşnînin. Uca got ji Lozanê û vir gelê Kurd û Kurdistan bi sedan carî hatiye qetilkirin.
Uca diyar kir ku piştî êş û pêvajoya têkoşîna gelê Kurd bi vê konferansa ku li Bakurê Kurdistanê pêk tê re dê nexşerêyeke qedera Kurdan diyar bike ava bibe û got: “Gelê Kurd piştî êşên mezin dê bi konferansê qedera xwe diyar bike. Di Lozanê Kurdistan li çar parçeyan hatibû parvekirin. Rewşa niha jî, di 2013’an de erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nûve tê teşekirin. Em wek gelê Kurd li her çar parçeyê cîhanê surgunê ne û bi vê rewşa xwe jî em niha aktorê pêvajoyek nû ne.  Ji ber vê jî divê em xwe nû ve rêxistin bikin.”

Ji bo Êzîdiyan girîng e

Uca da zanîn ku ev konferans bo Êzîdiyan jî gelek girînge û got: “Em civaka Êzdî ku surgunê her derê Ewroa, Kafkasya, Ermenîstan, Ukrayna, Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, hêj di bin xetereya polîtîkaya înkar û îmhayê de ne. Em nekarin ola xwe û beytên xwe bi qanûnî bînin ziman. Em bi Kurdî jî nekarin bînin ziman. Ji ber vê jî em Êzdî du caran dipelçiqakin.
Uca got ew civaka Êzdî piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û wiha pê de çû: “Ev pêvajo dibe ku azadiyê bîne, rê li ber makeqanûnek nû veke, mafê ziman bide nasandin. Vegerên li gundan dest pê dike. Ya herî girîng jî şer bi dawî be. Axa me gelek dewlemende. Ji destpêka dîrokê heta niha gelek gel li vir mane.”
Ucar got li herêma Beşîrî ya Êlihê gelek Êzdî dixwazin vegerin gundê xwe û ligel ku tapoya wan  û belgeyên kanûnî di destê wan de nekarin vegerin ser axa xwe. Uca wiha got: “di 15-16’ê hezîranê de konferans dê pêk were.  Destpêkê em dikarin yekitiya Kurdan ava bikin. Ger ev yekitî tunebe, dijminên me dê carek din me parçe bikin. Çawa ev di Lozanê de kirin dê dîs bikin.”


'Divê mirov ji demokrasiyê netirsin'
Aktîvîsta DOKH’ê jî anî ziman ku jin di vê pêvajoyê de rola sereke dilîzin û got: “Em ji netewa demokratîk re pêşengiyê dikin. Em ji bo yekitiya civakê dixebitin. Di konferansê de dê hemû bawerî bên cem hev. Em  pêşveçûna hişmendiya netewa demokratîk esas digirin.  Her wiha di konferansê de divê hin tişt bê fikar bên nîqaşkirin.
Kiziltaş da zanîn ku di konferansê de ne tenê gelê Kurd, hemû gelên vê erdnîgariyê dikarin xwe azad îfade bikin û got ew wek tevgera jinan paradîgmaya azadîxwaz û demokratîk esas digirin. Kiziltaş got divê ji demokrasiyê mirov netirsin.


HEZÎL ROJDA/DÎHA/AMED