4 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li kolanê atolyeya resîman ava kirin û bi hunera Pênûsa Reş wêneyan xêz dikin û didin pêşandan.
Kolana Hunerê ya Wanê, ku heta niha xizmetê hunerê û xebatên hunerê lê nehatine kirin, bi xebatên hunerî yên 4 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bêhna hunerê jê hat. 4 xwendekarên beşa resîmê li Kolana Hunerê atolyeya resîman vekirin û bi pênûsa Reş dest bi xebatên xêzkirina resiman kirin. Xwendekaran li orta kolanê Atolyeya Arthouse vekirin û li aliyekî dersê didin xwendekarên ku amadekariya zanîngehê dikin, li aliyê din ji berhemên ku hilberîna wan kirine didin pêşandan. Alolyeya ku li aliyekî dersê dide û li aliyekî berhemê ku hatine hilberin bala welatiyên kolanê dikişine.
Xwendekarê zanîngehê ku li Kolana Hunerê atolye vekiriye Servet Pîşkîn, diyar kir ku wî di zarokatiya xwe de bi heriyê dilîst û fêrî hunerê bû û wiha got: "Pişt re meraqa min ket ser xêzkirina bi pênûna reş. Pîşkîn, diyar kir ku li aliyekî atolyeyê didin xebitandin û li laiyê din berhemên ku hilberandine didin pêşandan û wiha got: Em li vir hem perwerde dikin û hem jî berheman didin pêşandan. Yekem car xebatek wisa tê meşanin.
Xwendekarê bi navê Fatih Balican jî diyar kir ku li Tirkiyeyê qîmeta hunermendan tune û xwest xebatên bi vî rengî bên xurtkirin û piştgirî bê dayîn. Balîcan, anî ziman ku ev atolye di nava şert û mercên gelek zahmet de vekirine û hewl didin ku hunerê peş bixin.
DÎHA/WAN