Li sînorê herêma bajarê Serdeşt kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Pêr li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ya li herêma bajarê Serdeşt ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, hêzên Îranê êrişî komek kolber kir.
Li gorî Kolbernewsê di êrîşa hêzên Îranê ya ser bi kolberan de, kolberê bi navê Hadî Hesenî (16) yê xelkê bajarokê Rebit a ser bi Serdeştê can da.
SERDEŞT