Serokê Federasyona Sendîkayên Metal a Taylandê (CILT) Loysong Chalee û Sekreterê Karên Derve ya Navneteweyî Benmart Theerawut beriya bi çend rojan hatin Stockholmê û tevlî konferanseke li Mala Gel bûn; wan şert û mercên jiyan û kar ên karkeran nîqaş kirin.
Her du lîderên sendîkayê diyar kir ku Tayland ji ber ku xwedî hêza kar a erzan e û di nîvê Asyayê de ye, yekdesdarên navneteweyî li wir sermayeyê radizînin û ji her derê cîhanê kes tên wir û fabrîkeyan vedikin. Sedemeke din a tercîhkirina Taylandê ev e ku di navbera hikûmetan de lihevkirin heye û Tayland endamê ASEA’yê ye.
Kargehên yekdestdar mafê karkeran binpê dikin
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li Taylandê ew e ku karsaz li hember karkeran ne rêzdar in û sendîkavanan da zanîn ku ji bo astengiya li pêşiya karkeran rabe ew her tim stratejiyên xwe diguherînin. Li Taylandê (serjimara wê 60 mîlyon e) ji sedî % 1,4’ê karkeran sendîkayî ne. Benmart Theerawut got, ji ber ku rêxistin pirr kêm e, yekdestdar li şûna ku karkeran bike kadro, ji bo demên kurt didin xebitandin.
Xwendekar û eskeran jî
didin xebitandin
Theerawut derbirrî ku di sektora sanayiyê de karkerên neqeydkirî tên xebitandin û her wiha li hinek kargehan xwendekar û esker jî tên xebitandin û ev yek jî rê vedike li ber pirsgirêkên cidî û weha peyivî: “li ser xebatkaran tê ferzkirin ku di demeke diyarkirî de malê ku hatiye diyarkirin hilberînin."
Sendîka weke dijmin tên dîtin
Theerawut got, karsaz rêxistibûna karkeran di sendîkayan de weke xebateke dijminahî li dijî şîrketên xwe dibînin û karkerên li sendîkayan xwe bi rêxistin dikin ji kar tên avêtin, weha pê de çû: “carinan jî karsaz bi mafyayê re hevkariyê dikin û li dijî pêşengên karkeran êrîşan pêk tînin. Di rewşên wisa de em serî li wezaret û saziyan didin lê tu encam nayê bidestxistin û saziyên dewletê li cem karsazan heqaretê li me dikin."
Neçar bi çavdêriya polîsan em hevdîtinê dikin
Theerawut da zanîn ku ew di sektora metal a Federasyona xwe de xebatê dimeşîne û ji bo ku pîşesaziya Taylandê zêde bi pêş bikeve dixwazin bi karsaz û saziyên dewletê re hevkariyê bikin, lê sazî û karsaz xwe nedane ber vê yekê û wiha pê de çû: “li kargehên ku me xwe li wan bi rêxistin kiriye, em bi pirsgirêkên cûda re tên rû hev. Carinan dema em diçin hevdîtinan karsaz gazî polîsan dikin û em di bin çavdêriya polîsan de hevdîtinan dikin.
Loysong Chalee jî got, ji ber ku qanûnên navneteweyî yên ku mafê karkeran misoger dikin, nayên îmzekirin, rêxistinbûna sendîkayan tê zehmetkirin û yekdestdar bi vê yekê keysa xwe lê tînin ku rêxistinbûna sendîkayan asteng bikin.
Li dijî sendîkayan dewlet û karsaz dest didin hev
Chalee diyar kir ku yekdestdar li pey kara zêde ne û ji ber vê jî naxwazin karker li mafên xwe bigerin û xwe bi rêxistin bikin. Chalee got, karsaz bi saziyên dewletê re di nava hevkariyê de ne û weke saziyekê dixebitin. Chalee bi bîr xist ku li Taylandê bêhtirî nîvê karkeran neqeydkirî dixebitin û got: “nexasim karkerên ji Burma, Laos û Kamboçyayê, rewşa wan gelekî xerab e û karkerên mêvan wek kole tên bikaranîn. Nêzî 2 mîlyon karkerên Burma, Laos û Kamboçyayê bi pereyekî gelekî kêm dixebitin û yên ku li ber vê yekê rabin jî, wan diavêjin behrê.” Chalee di dawiya axaftina xwe de tevî zext û zordariyan hemûyan jî bihêvîbûna xwe ya ji siberojê îfade kir.
MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM