Rojê, germahîya xwe wek sîvanekê dabû ser Kurd û dostên wan. Dîsa, roj zerîna xwe wek tîrêjekê diweşand dilê neyaran. Gava ku mirov ber bi dengê Kurdistaniyan ve dimeşiya coş zêdê dibu. Kela dilê mirovan derdiketa asta herî bilind. Stranên şoreşgerî, stranên azadiyê dibûn sedema lezgîniya gavan. Ewlekarî nehatibû jibîrkirin û parastina festîvalê û beşdaran di asta herî jor de bû.
Xemla welêt bû
Li kêleka meydana Festîvalê çemê Renê dikişiya. Kişandina xwe bê deng û bê sinor dikir. Wek hêsrên dayika Kurdan, ew jî bûbû hesreta evîna xwe. Wek keç û xortên dilsoz digerîya li evîna xwe diyar bi diyar, bajar bi bajar û kolan bi kolan. Dayikan bi tilîlîyên xwe dor li meydanê girtibûn. Zarok bi lîstika xwe, ciwan bi germahîya xwe, kal û pîran sebra xwe raxistibûn li nav gelê xwe. Jiyan li bajarê Kolnê rawestiyabû ji bo çend seatan. Meydana Festîvalê wek bûkan hatibû xemilandin lê, zava girtî bû. Zava êsîr bû.Festîval ji bo dayikan xemla welêt bû, bê guman. Ji ber ku dayikên Kurdistanê cil û bergên xwe yên kesk, sor û zer li xwe kiribûn. Li seranserê meydana çandê digeriyan. Ji bo xortan festîval, hemberî zordaran serhildan bû. Ji bo zarokan lîstik bû festîval, bi kurtasî cejn, aşitî, mizgîniya yekîtiya gelan bû festîval. Her wisa Kose Gelî bû, mîhrîcan bû, Ehmedê Xanê bû festîval.
Bi dehan çadir ji bo xizmetê hatibûn vegirtin. Pirtûk, xwarin, vexwarin her wisa cil û bergên Kurdistanê derketibûn pêşberî gelan. Kom bi kom sohbetên germ çêdibûn. Dengê dilsozî, dengê berxwedanê, dengê ronahiyê dihate ber guhên me. Elman, Tirk, Asuri-Surryanî, Ereb, ûhw. yên ku dostên Kurdan bûn, piştgirî didan Kurdan. Bi hezaran dilsoz, bi hezaran neferên azadiyê peyama aştiyê û hişyarî didan mirovatiyê.
MURAT MANG / KOLN