Beriya niha hatibû plankirin ku peymana aştiyê li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li New Yorkê were îmzekirin. Lê belê ji ber ku derheqê gelek rêveberên FARC'ê de biryara lêgerînê ya navneteweyî heye, peyman li Kolombiyayê hat îmzekirin. Peyman wê li paytext Bogota bihata îmzekirin, lê belê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên lîderê welatê navbeynkar Kubayê Fîdel Castro, peyman li bajarê Cartagena de Îndîas ê perava Atlantîk hat îmzekirin.


Pênûsên fîşekî dawî li şer anî

Li ser navê hikûmeta Kolombiyayê Serokdewlet Jûan Manûel Santos û li ser navê FARC'ê jî lîderê tevgerê Tîmoleon Jîmenez (Tîmoşenko) mora xwe danîn binê peymanê. Di merasîma îmzekirina peymanê de Sekreterê Giştî yê NY´yê Ban Kî-moon, Serketerê Giştî yê Rêxistina Dewletên Emerîkayê Luis Amagro, Serokên Banka Cîhanê û Fona Pereyan a Navneteweyî, serokdewletên 15 welatan amade bûn. Her wiha wezîrên karên derve yên 26 welatan beşdarî merasîmê bûn.

Di dema îmzekirina Peymana Aştiyê ya ji 297 rûpelan de, balkêş bû ku pênûsên sembolîk ên bi şeklê fîşeka tivingê, hatin bikaranîn.


Gerîla wê werin parastin

Peymana Aştiyê divê di 2'ê Cotmehê de ji aliyê gelê Kolombiyayê ve di referandûmê de bê erêkirin. Li gorî referandûmê, gerîla wê li 20 herêmên cuda yên berê hatine diyarkirin li hev bicivin û di nava 180 rojî de çekên xwe radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bikin. Li gorî peymanê, ji bo gerîla ji êrîşên gengaz ên paramîlîter bên parastin, wê bi qasî 15 hezar esker gerîlayan biparêzin. Weke xetera herî mezin a li dijî gerîlayan jî komên çete û paramîlîter ên rastgir ên hê li welêt aktîf in, tên nîşandan. 

Li aliyê din Yekîtiya Ewrûpayê navê FARC´ê ya di lîsteya rêxistinên terorê de cemidand.

Piştî ku Peymana Aştiyê ji aliyê gel ve hat erêkirin û peyman ket meriyetê, wê weke gava destpêkê li Senato û Meclîsê du nûnerên FARC'ê hebin. Lê ji bo niha wê mafê dengdayînê yê van her du endaman nebe.

Piştî hilbijartinên destpêkê yên sala 2018'an, encama xwe çi dibe bila bibe, wê li her yek ji her du saziyan 5 kursî ji FARC'ê re bên veqetandin. Senato ji 106, Meclîs jî ji 166 endaman pêk tê.


Sûcdar wê bên dadgehkirin

Dîsa li gorî peymanê, têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên di şerê navxweyî yê 52 salan de, wê dadgeha taybet bê avakirin. Li van dadgehan wê endamên FARC'ê yan jî endamên artêşê yên tevlî sûcên giran bûne, bên dadgehkirin. 

Yek ji xalên herî girîng ên Peymana Aştiyê jî têkoşîna li dijî newekheviya aborî ye, ku yek ji sedemên bingehîn ên şerê navxweyî ye. Di peymanê de tê destnîşankirin, ku wê ji bo bipêşvebirina qadên bejahî hewldanek taybet bê kirin, tapûya erdê gundî lê kar dikin li gundiyan bê belavkirin, karê wan bê hêsankirin û erda ji wan hatine standin, li wan bê vegerandin. 


NAVENDA NÛÇEYAN