Ez dibêjim; pêdiviya formulekirina kiryarên wan jî nîne. Her kî dibe; eger bi formulekirina kiryar û pratîka kolonyalîst û dagirkeran, rewşa Kurdistanê bi nirxîne, nêzîkatiyek di “konfora exlaqê” de dike. Ev erê kirina “xencera li pişta Kurd” e.
Li Tirkiyê “îdeolojiyek hestemî” heye. Heste, kevirekî polayî ye, dema li hev dikeve agir derdixe. Ev sîstem e!...
Sîstem, ji bo serdestî û maquliya xwe, her dem êrîş dike. Biçûk dike; bi amur, alav û avadanên cûda propagendê dike, biçûk û şikestî dike. Aliyekî wê xapandinê reformîstî ye, aliyekî wê despotî ye. Şûrê demokles, bi Kurdî, daqoqê himandî!...
Tirk, di aliyê hişmendiya dîrokê de, sîstema “felzekê” bikaranîne. Ev jî tê wateya dîroka çêkirî û nijadperest.
Em diznain ku; xweza jî, dîrok jî valahiyan qebûl nake.
Valahiya her du zanistan, li Tirkiyê zêde zêde heye. Weke amator xuya dikin, lê ne wilo ye. Amtoriya xuya dike, li ser bingeha lîstik û bêbextiyê hatiye rûnandin. Ev jî bûye çavkaniya kontra û çeteyan. Dewleta AKPê, siyaseta xwe li ser hunerbaziya, van nîq, telaqreşî û propagendê rûnandiye. Dikuje û li ser termê qurban jî digirî...
Îro, li Enqerê, du rengên kiryarên nû derketine holê. Teror û selefkarî: Dema siyaset tevlî terorê bû, “kompleksa Neron” dest pê dike; dema siyaset tevlî talangerî û şelandinê bû, selefkariya Hecî Pepe dest pê dike.
Kompleksa Neron jî, selfkariya Hecî Pepe jî di kesayeta AKPê de zêde heye: Vê jî, siyaseta AKPê, di rengê “koloniyalîzma xespê” de derxistiye pêş. Di hilbijartinên 30 Adarê de, gelekî zelal bû.
Dîrokzanê Fransî Fernand Braudel, gelek caran behsa “diyaloga kerran” dike. Di siyaseta Tirkiyê de jî, gelekî diaxivin diqîrin, lê dengan nakin. Siyasetmedarên tirk, weke “grand fîlozof” diaxivin. Di axivin û li pey xwe bi sedan pirsên civakî û dîrokî dihêlin. Ev jî siyasetek din e!...
Dema ku siyasetmedaran li pey xwe ne nêrî, “korîtiya dîrok û sosyolojî” dest pê dike. Dîrok her cûre bûyeran, biçûk mezin lêkolîn dike; sosyolojî ji bo çareseriyê, formule dike. Tirk jî edaletê dikujin!.. Lê karê kolonyalîst û dagirkeran ev e!...
Di ser Newroza 2013an re, salek derbas bû. Eniya Kurd, li hemberî her cûra xespa nijadperestî bi dilsozî haraket dike. Bi hesabên matemetîkî gavan diavêje, di pîve, di wezinîne û gava xwe diavêje. Di eniya Kurd de, herî dawî Gulten Kişanak axivî. Gotinên Gulten Kişanak, “xemsarî” û “diyaloga kerran” a tirkan têk bir.
Vêce, Dewleta AKPê çi dike? Bersiva pirsê, “korîtiya dîrok û sosyolojî” ye. Çend sal in, daxwaza rakirina tecrîda li Imralî nabihîzin.. Di çareseriya demokratîk de, di aliyê qanunî de kerr û lal in; di aliyê girtiyên nexweş dexemsar in; lê di aliyê xespa siyasî de êrîşker in. Van kiryaran teva, li gorî hesab û xişê geometrîk dimeşînin.
Di hesab û xişê geometrîk de, kolana xendekên li Başûrê Kurdistanê jî heye. Siyasetek piralî ye.
Dewleta AKPê, PDK kire xendekê. Hem “konfora exlakî” ye, hem na, lê “xencera li pişt”ê û siyaseta çakûçê li ser sidan e.
Tirk, dema pêwist be li nal didin, dema pêwist be li bizmar didin. Ev xisleta sîstema dewşirmetiyê ye. Pratîze kirina “felzekê” û “komleksa Neron” e.
PDKe, bi kolana xendekan da xuya kirin ku, ji felsefeya civakî dûr e. Herî hindik, 10-12 sal in, zanîngehên Başûr, medya Başûr, sazî û dezgehên civakî hatine sazkirin. Mixabin van saziyên ku weke dergûş û çavkaniya zanistê têne binavkirin, dîrok, weke amûr û avadana yekîtiya neteweyî, weke perwerdeya hemwelatiyê bikar neanîne. Hîna bi tore û adetên herêmî parçebûnekê dijîn. Lê rewş ne hewqasî arzan û biçûk e: Piştî têkoşîna 40 salî, piştî Newroza 2013 û peyama Ocalan, piştî Şoreşa Gel li Rojava, piştî hilbijartinên herêmî 30 Adarê, piştî gotinên Gulten Kişanak ya pişk û para Kurdan ya ji çavkaniyên Kurdistanê; tirk, nema dikarin barê Kurdan ragirin. Êdî barê Kurdan giran e... Koalisyona berjewendiyan a Tirkiyê û pisporên hatine kirê kirin, di qonaxa îro de, mecbur in, qedîm “xencera di pişta Kurdan de” ji destên xwe berbidin. Ew nema dikarin li Başûr jî, li Rojava jî pîkolê bikin.
Gelê Rojava xendekan bi bêran didagire.
Li Bakûrê Kurdistanê, Kurd, qanun û rêbazên totalîter parçe kirine. Dîse jî:
AKPê mîratzadeyê Hemîd, Mehmet Akîf, Necîp Fazil Kisakurek û Erbakan e. Tayyip Erdogan jî, Enwer Paşayê duyemîn e û panturkîzm û panîslamîzm kiriye armanca xwe. AKPe wek “akdemiyek siyasî” kar dike. Ji bo ku Kurd ji skandal û felaketan rizgar bibin, divê bêhtir ji her demê, sîstemê baş bixwînin û baş fêm bikin.
Edalet parastina “beyt-ul-mal” e. Pêwist e, Dewleta AKPê jî, nema dikaribe “beyt-ul-mal” talan bike
Kolonyalîzma xespê
Ciwamêran siyasetê dikin.' Ev gotin di axaftinên rojanê û nirxandinên navbera me de, gelek caran têne dikirandin. Di sîstema kolonyalîzm û dagirkeriyê de, ciwamêrî, qenc û xerab nînin.