Endama Koordînasyona PAJK'ê Elîf Ronahî di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir, ku bibîr xist ku di çarçoveya pêvajoya nû ya têkoşînê de ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, hêzên gerîla kom bi kom ji Bakurê Kurdistanê vedikişin. Ronahî got, "We meşa xwe ya Rizgariya Demkratîk û Jiyana Azad pêk anîne. Jİ ber vê meşê ez hemû hevalan pîroz û silav dikim. Divê ev baş were zanîn, sedemên destpêkê yên têkoşîna me çi bûn, niha jî sedema têkoşîna me heman tişt in. Ev pêvajo wê hîn xurt bibe û bi pêş bikeve. Armanca hevalên me yên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan, emê bicih bînin û ji bo vê armancê ev meş tê kirin."
Yek ji fermandarên komê Egîd Xwînrij jî da xuyakirin ku ew li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermana tevgera xwe vekişiyane û got, "Em fedayiyên Rêber Apo û gelê Kurd e. Me banga Rêber Apo ya di Newroza îsal de kiribû, weke fermanekê dîtin û li ser vê bingehê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Fermandara jin a komê Asya Bîngol jî bi silavdayîna li pêvajoya "Çareseriya Demokratîk û Jiyana Azad" a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li ser banga Ocalan ew vekişiyane. Bîngol got, "Armanca me azadiya Rêberê me ye, emê ji niha û pê ve jî li ser vê bingehê têkoşîna xwe dewam bikin."
ANF/BEHDÎNAN