Li Kobanê koma çekdar a bi navê Qureyş Ciwan a girêdayî Artêşa Azad, ciwanê kurd Hesen Mistefa ku ji leşkeriya Sûryeyê reviyabû kuştin. Bavê ciwanê kurd Mistefa Mistefa diyar kir ku wî kurê xwe Hesen ji leşkeriya Sûriyeyê revand û paşê komên çekdar kurê wî kuştin. Mistefa diyar kir ku di dema vegera malê de koma çekdar a bi navê Qureyş otobûsa ku Hesen pê vedigeriya Kobanê, li beranberî bajarê Meskene ya girêdayî Helebê sekinadin û kurê wî tevî 4 kesên din ji otobusê daxistin.  

Mistefa destnîşan kir ku wî ji koma çekdar re gotiye “hûn kurê min dibin kû” û wiha bersiv dan''kurê te di destê me de ye.” Mistefa da zanîn piştî lêpirsîna çekdaran a li noqteya kontrolê ya komên çekdar ku li bajarê Meskena du cenaze hatine dîtin û yek ji van cenazeyan yê kurê wî Hesen Mistefa ye. Mistefa got ku komên çekdar kurê wî ser jê kiribûn. 

ANF/KOBANÊ