Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevlî berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê bibin, koma duyemîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê berbi Rojava ve birêketin.
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo çeperên berxwedanê werin xurtkirin û êrîşên qirker yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, seferberî ragihandibûn. Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûrê Kurdistanê bersiva banga seferberiyê dan û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Koma yekemîn a ciwanên Başûr pêr gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Koma duyemîn jî doh ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket. Di nava koma duyemîn de ciwanên ji Silêmanî, Çemçemal, Xaneqîn, Kerkûk û Raperînê hene. Ciwanên biryara tevlîbûna berxwedana rûmetê dibin, beriya ji Başûr derkevin daxuyaniyeke bi dîmen dan.
Bi navê koma duyemîn a ciwanên Başûr, Dêrsim Germiyanî yê xelkê Çemçemalê axivî û got, “Berê niha çend rojan Rêxistina Ciwanên Welatparêz banga seferberiyê kiribû. Me jî weke ciwanên Başûr bersiva banga seferberiyê da û beşdarê berxwedana Rojavayê Kurdistanê dibin. Em ê li dijî dewleta Tirk a faşîst rawestin. Em ji dijmin û dagirkerên Kurd re dibêjin, heya dagirkerî li ser xaka me hebe, wê ciwanên Kurd li dijî dagirkeran hemûyan rawestin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ