
Li şaredariya Şoreş a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê çend ciwanên navçeyê hatin gel hev û koma Erbanê ya Arya ava kirin.
Berpirsê Komê Arî Ehmed der barê armanc û siberoja komê de wiha axivî: “Di siberojê de emê kar û xebatên xwe bibin derveyî sînorê Çemçemalê. Emê beşdarî hinek çalakiyên bajarên din yên Herêma Kurdistanê bibin. Armanca me gihandina sûdekî zêdetir ji bo malbatên Enfalî û şehîdan e. Ji bo parastina xaka Kurdistanê bav, dayik, bira û xwişk bûne şehîd. Em jî dixwazin xizmetekê ji bo hemû kesên Kurd bikin lê belê pêşiya her tiştî malbatên enfal kiraw û şehîdan. Ji ber kû hemû cihî wek mûlkê Kurdistanê em dizanin me navê cihekî li koma xwe ne kiriye.”
Erbanê enstrûmaneke kevnar e
Her wiha Arî Ehmed sedema tercîhkirina enstrûmana erbane wiha rave kir: “Çanda Erbane ber bi tunebûnê ve diçe, ji ber ku erbane amûrekî kevin yê Kurdî ye, ji ber wê em dixwazin vî amûrê zindî bikin. Her wiha bi vê rêyê em dixwazin xizmet ji bo gelê xwe bikin û li sinorê xwe karê hûnerî pêş bêxin. Ji ber ku ev navçe ji kesên niştecihên malbatên enfalkirî û şehîdan pêk tê.”
Dixwazin ji sînorên Çemçemalê bihurin
Têkildarî kar û çalakiyên komê de her çiqas kom nû hatiye damezrandin jî Berpirsê Koma Erbane ya Arya, Arî Ehmed wiha axivî: “Me tevlîbûna xwe ji bo çend çalakiyên li sînorê Çemçemalê kiriye û em dixwazin kar û xebatên xwe derbasî derveyî sînorê Çemçemalê bikin. Her wiha me biryar daye ku em koma xwe berfirehtir bikin. Ji bilî erbaneyê jî em dixwazin çend amûrên yên mûzikê zêdetir bikin wek darbûke û terxûn ku her du jî amûrên ritmê ne, ji xwe erbane jî amûrekî ritmê ye. Ji bo ku em ritmekî ciwantir çêbikin û pêşkêş bikin di karê hûner de. Her wiha hûnera Kurdî jî dewlementir bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Berpirsê Koma Arya, Arî Ehmed wiha peyivî: “Ti aliyekê heya niha alîkariya me nekiriye ne di avakirina komê de ne jî piştî avabûna komê. Niha hemû provayên xwe em li Navenda Ciwanên Şoreş ya Çemçemalê dikin û emê li vir bikîn.”
AŞTÎ EHMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ