Vê hefteyê şaira Kurd Încî Egîd bi berhama xwe ya bi navê ‘Tu’ bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê. Piştî nirxandina pirtûka Încî, helbestên wê ji aliyê endamên komê ve hatin xwendin.

Koma Helbestê ya Amedê du hefteyan carekê li Amedê û li bajarên cuda şevbihêrka helbestê li dar dixe. Vê hefteyê şaira Kurd Încî Egîd bi berhama xwe ya bi navê ‘Tu’ ya ku helbest e, bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê. Derbarê pirtûka Încî de şîrove û nirxandinên girîng hatin kirin. Di şevbihêrka helbestê de di destpêkê de endama Koma Helbestê ya Amedê Roza Metîna peyivî û got, berhama Încî Egid a bi navê ‘Tu’ ji bo xizmeta zimanê dayikê û wêjeya Kurdî xwedî girîngiyeke mezin e.

Bi Kurdî bextewer dibe

Piştre Încî peyivî û derbarê destpêka nivîsandina helbestê de agahî dan: “Ji ber ku derfet tine bû, malbata min ez neşandim dibistanê. Lê ez bi derfetên xwe û bi têkoşîna xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Piştre min dest bi xwendina pirtûkên bi Kurdî kir. Min serdemekê nûçe çê dikirin û ji Rojnameya Azadiya Welat re dişandin. Berhama min a bi navê ‘Tu’ ji bo min xwedî taybetmendiyeke mezin e. Ez hestên xwe herî xweş bi nivîsandina helbestê rave dikim, ez bi nivîsandina Kurdî bextewer dibim.”

Şevbihêrka helbestê ya Koma Helbestê ya Amedê bi xwendina helbestên Încî bi dawî bû.

 

 MA / AMED