Amûr û enstrumanên ku ev kom bi kar tîne hemû Kurdewarî ne ji bo ku muzîka Kurdî ya resen ji gelê xwe re pêşkêş bike tên bi- karanîn. Endamên vê komê hemû ji rojhilatê Kurdiatanê ji bajarê Kirmanşan, Mahabad, Sine, Bokan, Seqiz û heya ku ji Kurdên bakurê Îranê û Kurdên Xorasanê jî di vê komê de cih digirin. Koma Hewarî Niştîman hemû zaravayan ji bo stranên xwe bi kar tînîn. Zaravayên kurmancî, soranî, kelhorî û yên din.
Di nava komê de endamên jin û mêr cih digirin. Vê komê li ser binemayên cuda, ji Koma Kamkaran û du komên din li rojhilatê welat kesê berdewamî nedaye karên xwe yên komê ji bo ku kesê din nemabû ku xizmet, hewar û bangewaziyê bi muzîka resen a Kurdî bikin. Lewma navê komê danîne Koma Hewarî Niştîman. Kom ji bo ku albuman pêşkêşî gel bike nehatiye avakirin.
Ev kom, tenê ji bo xizmeta muzîka Kurdî û beşdarkirina di mîhrîcan û konserên Kurdî yên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatiye avakirin. Heta niha beşdarî gelek konser û mîhrîcanan bûye li welatê Îranê û bajarên rojhilatê welat û di vê dawiyê jî li Silêmaniya başûrê Kurdistanê beşdarî Mîhrîcana Tebaxê bûne.
Stranên folklorîk
Stranên ku ev kom hildibijêre hemû yên folklorîk in ku dîroka wan heye û stranên hunermendên mezin ên wekî Hesen Zîrek, Mihemedê Mamilê, Tahir Tofîq, Elî Merdan û yên din û stranên bajarên Kurdistanê jî ew distrên. Endamên ku di nav komê de cih digirin piraniya wan di zanîngehê de beşa muzîkê xwendine û hinek ji wan bi xwezayî xwe fêrî jenîna muzîkê kirine yan ji bi riya hinekan fêrî muzîkê bûne.
Tarzê ku ev kom bi kar tîne tarzekî nû ye tarzê wan tarzê resen ê muzîka Kurdî ye ji ber wê jî di nava muzîka xwe de hinek amûrên muzîkê yên wekî kemanê ku amûreke biyanî ye yan sentor ku amûrek Îranî ye yan jî sê tar ku amûrek azerî ye di nava muzîka xwe de bi kar nînin. Heza komê yan jî bibêjîn projeyê komê ew e ku konseran li hemû Kurdistanê li dar bixin. Pirsgirêka herî mezin a komê ew e ku di warê aboriyê de derfetên wan tune ne.
DÎHA/DUHOK