
Ji roja Yekşemê û vir ve nobed ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Marûf Tekîn, Mûstafa Yildiz, Halîl Yucel û Şero Efrîn ve tê girtin.
Berdevkê koma ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Marûf Tekîn bal kişand ser eleqeya ji bo çalakiyê û got, endamên komê bi zimanên Elmanî, Fransî û Erebî li ser çalakiyê agahiyan didin. Tekîn da xuyakirin, Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdora wê dijîn, tên serdana wan û piştgiriyê didin wan.
Çalakgeran her wiha xwestin, piştgirî ji Şirnexê û bajarên din ên ji aliyê faşîzma AKP/Qesrê ve hatin xerakirin, bê dayîn. Nobedaran gotin, “Bajar ji aliyê fîzîkî ve tine kirine. Lê belê wê nikaribin bajarên Kurdistanê yên di dilê me de ne tine bikin.
Nobeda ‘Ji Ocalan re Azadî’ ev 4 sal û 5 meh in bê navber dewam dike.
STRASBOÛRG