Li Navenda Saziya Komalên Ciwan a Mexmûrê koma 5’emîn bi beşdariya 60 kesan ku piraniya wan ciwan bûn, ji koma 4’emîn greva birçîbûnê dewr girt. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr), çalakiya gireva birçîbûnê ku ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve di 16’ê sibatê de bi armanca balê bikişîne tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin bi eleqeyeke mezin didome. Çalakiya gireva birçîbûnê ji aliyê koma 5’emîn a piraniya wan ciwan e ji koma 4’emîn hat dewr girtin. Di çalakiya greva birçîbûnê de Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan axaftinek kir û beşdarvan silav kir. Kaçan, ji ber eleqeya zêde ya ji bo çalakiyê hemû gelê wargehê pîroz kir û wiha got: "Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Heft meh in ku nahêlin bi Rêberê me re hevdîtin pêk bên û herî dawî jî dîsa rewşa hewayê wek hincet nîşan dan û nehiştin bi Rêberê me re hevdîtin pêk were. Ew yek jî me dixe nava fikir û gumanan.” Kaçan, bang li hemû kes û saziyan kir û ji bo rewşa Ocalan peyvira xwe bi cih bînin. Kaçan, wiha dawi li axaftina xwe anî: “Em nizanin ka rewşa Rêberê me çawa ye û di bin kîjan şert û mercan de dijî." Di çalakiyê dê dirûşmayên "Bijî Rêber Apo" "Bê Rêber Apo Jiyan Nabe", "Heya Azadiyê Berxwedan" hatin berzkirin.
DÎHA/MEXMÛR