ZEYNEP TURGUT/JINNEWS / WAN 


Li gundê Pîrsolanê ji aliyê zarokên gund ve Koma Zarokan hatiye avakirin. Zarok her stranan dibêjin û govendê digerînin. Koma Zarokan di dewatên  li gund de jî hunerê xwe nîşan didin. Zarokan dibêjin, ew bi stranên dayikên xwe hînî stranbêjiyê bûne û ew dixwazin siberojê bibin komeke bi nav û deng. 

Li gundê ser bi navçeya Wanê Bêgiriyê, Pîrsolanê koma zarokan bi stran û klamên xwe rengekî cûda dide gund û vî gundî şên dike. Koma zarokan bi gelek stranan dizane û bi pirranî jî stranên hunerî dibêje. Gava ku li gund dawet hebin, zarok bi govend û stranên xwe kelecaneke cuda didin dewatan. Li Gundê Pîrsolanê koma zarokan deng vedide. Zarokên di komê de cih digirin diyar dikin ku ew bi stran gotin û govend gerandinê hez dikin û gotin ku ew dixwazin di pêşerojê de bibin hûnermend.

 

‘Dixwazim bibim hunermenda kurd’

Di Koma zarokan de Rabîa Tutka ya 10 salî dixwaze stranan bibêje û niştecihên gund jî gelekî ji dengê wê hez dikin. Ew dibêje, "Dayika min her tim ji min re stranan dibêje. Li gundê me her kes bi stranan dizane. Ez û hevalên xwe her roj radibin, diçin dilîzîn. Pişt re jî em tên ji zarokên gund re stranan dibêjin, û govendê digerînin. Mezin jî li dora me kom dibin û li me guhdarî dikin. Jiyana me pirr xweş e. Li gund her kes ji me re dibêje, dengê we pirr xweş e. Ez jî hevalên min jî em dixwazin siberojê bibin hûnermendên Kurd. Ez ji diya xwe hînî gotina stranan bûm. Di dawatên me de jî her tim stranên govendî tên gotin. Em bi pirranî li dawetan hînî stranan bûn. Em zarok li dewatan jî hem stranan dibêjin hem jî bi hev re govendê digerînin.”

 

Ji zarokan dayikan re stranan dibêjin

Nûbar Tutka ya 9 salî jî dixwaze bibe hûnermendeke bi nav û deng û dibêje, "Em gava stranan dibêjin, gelekî kêfxweş dibin. Lê li gund herkes me baş nas dike. Me carekê lê nihêrî ku her zarok, stranan dibêje.  Me jî got, em koma zarokan ava bikin û ji xwe re ji dayikên xwe re stranan bibêjin. Roja me bi stran gotin û govendê derbas dibe. Jiyana gund pirr xweş e.  Ez ji stranên Kurdî pirr hez dikim. Dixwazim her tim bi hûner re elaqeder bibim."