
FARUK SAKIK
Li Îranê neteweyên cûda yên weke Fars, Azerî, Kurd, Belûç, Ereb, Gîlek û gelekên din dijîn. Ev gelên li vê derê, li hemberî rejîmê û zilma rejîmê ev bi salan e ku têdikoşin. Kurd jî bi taybetî ji bo azadiya Kurdistanê ji mêj ve di nav tevgereke de ne. Van salên dawî, êdî bi aweyekî bi rêxistinî vê têkoşîna xwe didomînin.
Dîroka siyasî li Îranê dîrokeke bi xwîn e. Îdam parçeyekî huqûqa Îranê ye. Li cihanê di nav dewletan de ya ku herî zêde îdamê înfaz dike, yek jê Îran e. Li Îranê ji bo Kurdan îdamên siyasî di pêvajoya Komara Kurdistanê de dest pê kir.
Dema Komara Kurdistanê
Roja 22´yê Çileyê 1946´an Komara Kurdistanê hat îlankirin. Piştî ku Artêşa Sor di 9´ê Gulanê de ji Îranê vekişiya, di 15´ê Gulanê de jî Artêşa Îranê li sînorê Kurdistanê liviya û destdirêjî lê kir. Piştî gelek şeran, artêşa Îranê, roja 17´ê Kanûna heman salê ji bakur ve di nav aramiyê de ket Mahabadê. Serpêhatiya Komara Kurdistanê piştî 14 mehan bi dawî bû.
Piştî dagirkirina Mahabadê bi 4 rojan, Qazî Mihemed û 45 serekên Komara Kurdistanê ji aliyê rayedarên Îranê ve hatin girtin. Di serê meha Çile ya 1947´an de li Mahabadê ji bo dadgehkirina serekên Kurd dadgeheke leşkerî hat damezrandin.
Li dadgehê ji bilî Qazî Mihemed 28 serekên Kurd hatin darezandin û ew di hucreyan de hatin hepskirin.
Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî şeva 31´ê Adara 1947´an li Meydana Çarçira, hatin dardekirin.
Sal û dem derbas bûn, sala 1973´yan li Tehranê 12 kes ji rewşenbîr û Xwendekarên Îranî bi tohmetbariya ku dixwestin kurê şahê Îranê (Riza Pehlewî) birevînin, hatin girtin û îdamkirin.
Ji bo zimanê Kurdî fermana îdamê
Wan salên reş, ger di malekê de bi tenê çend hevokên nivîskî bi zimanê Kurdî bihatana dîtin, ev dibû sedema cezayê îdamê.
Heta şoreşa gelên Îranê, ew hêvî zindî ma ku ev rewş wê komareke demkoratîk yê bê damezirandin, dewam kir.
Dema Komara Îslamî
Di dawiya salên 70´yî de dijberê rejîma Pehlewî li derveyî Îranê bi rêxistin dibûn. Kesê ku herî zêde behsa wî dibû, Ayetullah Xumeynî bû. Li Parîsê dima.
Piştî ku Ayetullah Xumeynî bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê sala 1979´an dawî bi desthilatdariya şahên Îranê anî, ji paytexta Fransê ji Parîsê vegeriya Îranê. Bi damezrandina komara Îslamê, di hemû waran de bû serdestê çarenûsa hemû gelên Îranê.
Ayetullah Xumeynî hêdî hêdî berevajî daxwazên gelên Îranê ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe îlan kir.
Piştî şerê Îran û Iraqê, Kurdistan kete bin destê desthilatdariya rejîma nû ku xwe di bin cila dîn û Îslamê de vedişart. Ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve, bi hezaran Kurd hatin kuştin û bi hezaran jî hatin îdamkirin.
Li dijî Kurdan fermana qetlê
Xûmeynî 19´ê Tebaxa sala 1979´an de li dijî Kurdan hat îlankirin. Ji wê demê ve li Kurdistanê êrîşan dest pê kir. Bi hezaran kujer şandin Kurdistanê. Gelek kes hatin girtin an jî qetilkirin.
Îdam li her dera Îranê belav bû. Sadiq Xelxalî wek nunerê Xumeynî û bi fermana wî ya nivîskî mîna qesabekî bi du berpirsên hikûmeta berê ket. Bi hezaran azadîxwazên Kurd, Belûç, Fars û Turkmen jî hatin gullebarankirin û îdamkirin.
Komara binpêkirina mafan
Li Îranê kesên têne girtin, bê parêzer demeke dirêj di şerten herî xerab yên zindanê de dimînin. Piştî ku ji ber birçîtî, lêdanê ji jiyanê bêzar bûn, vê carê wan ji bo îdamê dibine hûcreyên tarî yên yek kesî. Bêyî ku ew ji roja îdama xwe agahdar bin, ji mafê dîtina parêzer, dayik, bav, bira, xwîşk, jin û zarokên xwe bêpar dimînin.
Îdam bi du rengan pêk dihat. Bidarvekirin yan jî kevirkirin. Ev herdû şêweyên kuştinê, li Îranê şêweyên herî xerab ên kuştinê ne.
Evîn zindanên Îdamê
Ji îlankirina rejîma qaşo Îslamî heta niha hejmara kesên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin, nayê zanîn. Rayedarên rejîmê li ser vê mijarê ti agahiyan nadin.
Di dema şerê Îran û Îraqê de, ji salên 1980´yî heta 1988´an bi hezaran kes ji endamên partiyên siyasî hatin girtin. KDP-Îran û Komele, li çiyayên Kurdistanê û di nava sinorên axa rojhilatê Kurdistanê de xebata xwe dimeşandin.
Hingê ji xeynî îdama berpirsên hukûmeta Pehlewî û endamên hizbên siyasî, kesên ku bi mezhebê xwe wek “Bahayî” jî tên naskirin, hatin kuştin û îdam kirin.
Di van çend salên derbasbûyî de bêhtir ji endamên hemû rêxistinên siyasî li hemû Îranê girtiyên Kurd hatine girtin û îdamkirin.
Zîndanên wek, Êvîn (Tehran), Qizilhesar û Recayî Şehir (Kerec), Wekîlabad (Meşhed), Zahidan, Urmiye, Kirman, Isfehan û Tebrîz her roj şahidiyê ji îdam û hewara azadîxwazan dike. Li gorî anketên rêxistinên mafên mirovan li Îranê hejmara îdamên eşkere û veşartî sal bi sal zêdetir dibû.
Li Îranê li hember mixalifan û nexasim li dîjî Kurdan, ev siyaset dihat meşandin. Lê di van salên dawî de li Rojhilatê Kurdistan bi pêş ve ketina tevgera azadiyê di nav Kurdan de hişyariyeke mezin çêbû. Ji bo azadiya Kurdistanê rêxistin dihatin avakirin û li aliyekî jî şerê çekdarî dest pê kiribû. Li hemberî vê liv û tevgera Kurdan, serî li rêbazên xwe yê berê dan: Îdam!
Hesen Hîkmet Demîr Sal 2007, 20ê Kanûnê
Rejîma Îranê xwe ji pêkanîna îdamên siyasî li dijî tevgera Rizgariya Kurdistanê jî neda alî. Bi awayekî hovane ji bo dardekirina gerîlayê Kurd, endamê PJAK´ê, Hesen Hîkmet Demîr kete hewldanan.
Hesen Hîkmet Demîr wek endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) sala 2003´yan li bajarê Xolê li herêma Elendî dema di nav gel de xebat dimeşand. Ew wê salê hat girtin, û li girtîgehê li hucreyan de rastî êşkeceyên giran hat.
Sala 2007´an ji girtîgehê baz da û li herêma Kelareş her du lingê wî ji serma şewitîn. Di şerekî de birîndar bû kete destê hêzên Îranê. Nehate dermankirin, lingekî wî hate jêkirin. Ji cihê nexweşxanê ew birin îşkencexanê.
Roja 20´ê Kanûna sala 2007´an rojeke payîzê û hewa sar bû. Bi sedye kesek anîn. Di nav lepên muhafizên şoreşê de, li ser vê sedyê birîndarek, gerîlayek, Kurdek, mirovek, Hesen Hîkmet Demîr, Egîd hebû. Ji bo ku bi her du lingê xwe birîndar bû nikaribû bimeşiya, bi sedye anîn.
Çavên wî girêdan. Vîncek amade kirin. Li gorî qanûnên Îranê, ji bo zêdetir eza û cefa bidin mexdûran, serî li her cûreyê îşkenceyê didan. Û piştre Hesen Hîkmet Demîr birîndar kirin û biryara rejîmê ew dardekirin.
Dilekê dilêr, di hinavên zarokên Kurdan de
Roja 9´ê Gulana 2010´an ji hêla berdevkê dadgeha bilind a Tehranê xebera îdama 5 girtiyên siyasî hate ragihandin.
Li girtîgeha Evîn a Tehranê 4 girtiyên PJAK´ê Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şirîn Elemhulî û girtiyê Fars Mêhdî Îslamiyan li girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin îdamkirin
Şirîn Elemhulî
Şîrîn Elemhulî sala 1981´ê li gundê Dêmqişlaq yê bajarê Mako ji dayik bû. Sala 2007´an de li paytextê Îranê li Tehranê hat girtin. Di pêvajoya zîndanê de rastî gelek îşkenceyên hovane hat. 18´ê Çileyê 2010´an di nameyeke xwe de weha behsa îşkenceyê ku rûbirû mayî dikir." 25 roj li navendekê mam. Yên lêpirsînê hemû zilam bûn. Ez bi kursiyekê ve kelepçe kiribûm. Bi jopa elektrîkî, kablo, kulm û pehînan li herderê laşê min didan"
Piştî salekê û 9 mehên li girtîgehê, 19ê Kanûna 2009´ê bi îdîaya hevkariya PJAKê, bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.
Şîrîn di nameyekê de ku beriya darvekirina xwe bi çend rojan ji girtîgehê şandibû, digot:
“Wan ez ji ber çi girtim û wê ji bo çi min bi dar ve bikin? Ji ber Kurdbûna min ev hemû azar û zehmetî bi serê min de hatin. Ez bi zimanê Kurdî mezin bûm. Lê rê nadin ez bi zimanê xwe biaxivim, binivîsim û xwe pê biparêzim. Ji min re dibêjin, dest ji Kurdbûna xwe berde. Ez jî dibêjim: Eger ez karekî wisa bikim, ez xwe bi xwe înkar dikim. “
Ferhad Wekilî
Ferhad Wekîliyê ji Sine û muhendis bû. Beriya were girtin, li bajarê Sine cîgiriya serokê îderaya çandiniyê jî kiribû.
Piştî hat girtin li zindanên Sine, Kirmaşan û Tahranê êşkenceyên giran lê hatin kirin û pişt re tevî Ferzad Kemanger û Elî Heyderiyan ji aliyê dadwer Teyaramayî ve cezayê îdamê lê hat birîn.
Elî Heyderiyan
Elî Heyderyan ku 1´ê Îlona 1979´an li bajarê Sine ji dayik bû. Sala 2006´an dema bi mebesta emeliyat bibe derbasî Tehranê bû û demekê li wê derê ma. 28´ê Tebaxê ji aliyê polîsên ewlekariyê yên sivîl ve hat binçavkirin.
Elî Heyderiyan, piştî 18 mehan ragirtina xwe ya di girtîgehê de, ji aliyê beşa 18´an a Dadgeha Şoreşê ve, bêyî mafê parastinê, di dadgeheke 10 deqîqeyî de bi îdîaya endamtiya PKKê bi îdamê hat mehkûmkirin.
Ferzad Kemanger

Ferzad Kemanger sala 1976´an li gundê Afriyana ser bi Kamyaranê hate dinê. Piştî xwendinê bû Mamoste. Ferzad Kemanger tevî karê mamostetiyê endamê "desteya birêveberiya encûmena pîşeyiya mamosteyên Kamyaran", endamê "desteya nivîskarên mehnameya Rûyan", endamê "desteya rêveberiya encûmena jîngeh parêziya “Ask", endamê "rêxistina mafê mirov a Kurdistanê" û heta dema hat girtin jî endame "komeleya çalakiyên ji bo mafên mirov a Îranê" bû.
Ji ber wan kar û çalakiyan, Ferzad ji aliyê rejîma Îranê ve rastî zext û zoriyan dihate û gef lê dixwarin.
Tebaxa sala 2006an Kemanger ji bo çareseriya nexweşiya birayê xwe çû Tehranê. Bi sedema ku xwestiye teqînekê çêke û çalakiyê pêk bîne li Tehranê li otêla ku lê dima, hat binçavkirin.
Ew di 33 mehên li girtîgeh, zindan û êşkencexaneyên Sine, Êvîn û Recayişehir de, bi awayekî hovane rastî kiryarên dij mirovahî, heqaret û nexweşiyên mezin hat. Li hember van kirinan, cara yekem bû ku dengê berxwedanê ji zîndanan bilind dibû. Girtiyên Kurd li ser çanda berxwedana zîndana Amedê dest bi berxwedanê kir. Êdî li zîndanên Îranê teslîmiyet nedihat qebûlkirin. Bi caran ew dibirin ber dara îdamê ku bitirsin û teslîm bibin lê wan ev yek red dikir.
Bi nameyeke ku ji girtîgehê şandibû Kemanger digot:
“Tenê daxwaziyeke min heye: Bila dilê min yê serhildêr, piştî ez bêm darvekirin di sînga zarokekî ji min serhildêrtir de lê bide û sibehekê zû, bi zimanê dayîka xwe hawarê bike. Min divê bibim bayek û evîna mirovahiyê bigihînim çar aliyên cihanê”
Di Adara sala 2007´an dadgeha rejîma Îranê li paytexta xwe Tehranê bi hinceta endametî û peywendiya bi PKK û PJAK´ê re, biryara îdamkirina wî dan.
Rejîma Îranê bi vê biryara xwe, di astê navxweyî û navneytewî de rastî nerazîbûnên mezin hat. Hemû rêxistinên navneteweyî yên ku li ser mafê mirovan dixebitin, ji bo hukimê îdaman neyê îcrakirin kampanya dane destpêkirin. Lê li hemberî evqas hewl dan, dîwana bilind a komarê û dadgeha pêdaçûnê careke din hukimê îdamkirina mamosteyê Kurd erê kir. Di 9ê Gulana sala 2010an de hukimê dardekirina Ferzad Kemanger û 4 girtiyên din, di girtîgeha Êvîn a Tehranê de hat bicihanîn.
Kemanger û hevalên wî li Frankfurtê hatin bibîranîn

Li ser navê PJAK’ê pêr li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi rasthatina salvegera bidarvekirina 5 Kurdên Rojhelatî ku di 09´ê Gulana 2010’an li zindana Evîn hatibûn bidarvekirin, bibîranîneke bi tevlîbûna 100 kesî hat lidarxistin. Çalakî ji bo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pêr kir û paşê armanca lidarxistina çalakiyê bi Elmanî û Soranî hate xwendin.
Aktîvîstê Kurd yê ku di organîzekirina bibîranînê de cih digire Mîhran Roj diyar kir ku çalakiya wan ji bo bibîranîna hevalên wan Şirîn Elemhulî,Ferzad Kemanger, Eli Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamian (ê Fars) ye. Çalakiyê piştî nîvrojê dest pê kir û heta êvarê dewam kir.
Mîhran roj ji bo çalakiyê got: “Çalakiya me li ser navê PJAK’ê tê organîzekirin lê belê partî û tevgerên din ên Rojhilatî ji bo tevlîbûnê hatine vexwendin. Yanî me bangawazî li hemû patiyan kir. Mixabin fermî ti nûner tevlî çalakiyê nebûne. Lê ji tevgerên din gelek kes niha li vir amade ne. Li gel Kurdên Rojhelat ji Bakur jî gelek kes li vir in. Pêwîst e em bi bîr bixin ku ev çalakî ne tenê ji bo bibîranînê ye. Her wiha em mentalîteya dewleta Îranê ya kujer jî şermezar dikin. Di serî de ji bo bibîranîna wan 5 havalên me ye. Dîsa em bidarvekirinên din yên di dîrokên cuda de pêk hatine şermezar dikin. Her wiha mebesta me ew e ku em li dijî mentalîteya bidarvekirinê ne û wek tê zanîn, niha li bakurê welatê me dijminê Kurd Erdogan dixwaze bidarvekirinê bîne rojevê û vê yekê li ser Kurdên ku dixwazin bibin xwedî nasname ferz bike. Lê belê em dibêjin, berxwedan jiyan e û em ê her li ber van kirinan bibin bend.”
