Auguste Bebel jî, “inkar û tunekirinê” bi karakterê netew-dewletê ve girêdide. Eger hedef têkbirin û tunekirina civakê be; dewlet hêza xwe, tevahiya amur û alavên xwe bikartîne. Vê polîtîka ku Ocana û Bebel di yek qonaxê de digihine hev: Karakterê Komara Tirkiyê destnîşan dikir. Ev karakter, aliyekî xwe Roma, aliyekî xwe Osmanî ye. Roma walî bûn, Osmanî Hamîdiye bûn. Di koloniya klasîk de, mina Fransa û Espanya, Komara Tirk jî, “tirk-ne tirk” koçberên ji welatên cûda berhev kirin li Kurdistanê bi cih kirin. Polîtîqeya qirkirina kulturî, fizîkî û talangeriyê!.. Koloniya Kurdistanê, ji gelek aliyan ve bû çavkaniya bazirganiyê û wek Sartre dibêje; “ev jî kapîtalîzm bixwe bû.” Şerê 40 salî,ji aliyekî ve, polîtîqeya Imralî ji aliyê din ve, karakterê komara tirk guhert. Lewma min pêvajoya “sêyemîn komarê” li pêvajoyê kir. Ocalan gelek caran behsa “leviathan” û tedawî kirina kesayetê (terapotîk) dike. Reva ji rastiyê û slogana arzan ya “biratiyê û qonaxa bextewariyê”, li Kurdistanê êdî kesî nade bawer kirin. Herî dawî, Ocalan li Imralî, bi rexnedayin û mînakên dan û daxwaza “misogerkirina kanunî”, yan jî “rûnandina li ser bingaha kanunî” bal kişande ser vê rastiyê. Çavkaniya guhertina karaktêrê dewletê Kurd in; eger li Tirkiyê guhertinek çêbûbe, di encama têkoşîna Kurdan û polîtîqeya Ocalan de ye. Bila kes xwe nexapîne. Dema ku Sirri Sureya Onder, hişmendiya Ocalan wek mînak nîşan dide û prof. zanist û zanîngehên Tirkiyê teva “vexwendî şermezariyê” dike; dixwazê vê rastiyê bîne ziman. Rastiya Tirkiyê, kemînên li pêşiya Tirkiyê, şaşî û xeletiyên bingehîn yên Tirkiyê, di rastiya pirsgirêka Kurd de veşartî ne. Eger pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne li Tirkiyê ne jî li herêmê aramî û aştî çênabe. Hawara çeteyên DAIŞê jî, netew-dewletên ku di polîtîqeya modernîteya capitalist de bûne çavkaniya faşîzm û despotiyê rizgar nake. Tirkiye jî xwe di xapîne. Di pêvajoya “sêyemîn komarê” de, çareseriya demokratîk esas e; hinekî vegera destpêka yekemîn komarê ye, lê mijara qirkirina Dêrsimê kirin rojevê… Ev jî, qonaxa piştî destpêka komarê û pêvejoya duyemîn komarê ye. Hişmendiya Îttîhadî û yekparêzî ye!... Ev jî parçeyek ji polîtîqeya mijulkirin û guhertinê ye. Dêrsim, Mêrdîn, Eleqemşê, Sason, Roboskê, Mereş, Xerza, Geliyê Tiyarê û hwd. tenê ne qirkirin in… Mekanîzmeya taybet ya tunekirin û talankirinê ye. Li ser nave CHPê, lêbûrîn xwestina Sezgîn Tanrikulu jî sextekarî ye. Emre Kongar jî bi gotinên “netewparêzî, etnîsîte, mezheb û hêzên li derve, bi otorîteya navendî û hunandina Komara ciwan re ketibin nava nakokiyan jî” qirkirinên li Kurdistanê meşrû dike. Ev têra ji holê rakirina trajediyên li Kurdistanê nake. Emre Kongar bi nameya Nurettin Karsu derbikevê rê, Taha Akyol jî şabaşxanî û mohrdariya wî bike jî; mina Ocalan dibêje: “Têkoşîna ku di kesayeta PKKê de 30 salî berdewam kir, ji bo hebûna Kurdan bû; têkoşîna misogerkirina “kurd hene, nînin” bû. Vê tkoşînê jî, gotina Peter Burke “dîrokek ferehtir, bêhtir isanî û rasttir” da qebûl kirin. Vêce; Dewleta Erdogan, çiqasî bixwaze li hundir, berxwedana gel bi operasyonên siyasî bişikîne; kadroyên siyasî li zindan û derve pûç bike, berxwedana gel terorize bike; li derve jî bi çeteyên DAIŞê hevkariyên kontrayî bike, komên çete ava bike, ambargoya li dijî Rojava dijwar bike, ew nema dikare meşa gelê kurd ya azadiyê bidê rawestandin û pêşiya herka çemê dîrokê bigire. Dewşirmeyên weke Nurettîn Karsu, dikare rola Alayên Hamîdiye bilîzin; lê rastiyek heye, ew jî Kurd û Kurdistan e. Tu hêz û polîtîqe, nikarin rastiyekê ji rastiyê dûr bikin; hebûnekê bi tunekirinekê bidin qebûl kirin. Kurdistan û Kurd, êdî bûne felsefeyek, bûne dîrokek, bûne hunerek û bandore li tevahiya baskên jiyanê dike. Navê sêyemîn komarê jî wê ev be.