LiHewlêr a Herêma Kurdistana Federal li dijî darvekirina herdu çalakvanên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî xwepêşandanek ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve hat lidarxistin. Bi navê ciwanan şandekê daxwazên xwe pêşkêşî konsolxaneya Îranê kirin û li hemberî darvekirinê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li Hewlêrê, ji pêşiya Gazînoya Enter heta ber nûnertiya Îranê xwepêşandanek bi beşdariya bi dehan ciwanî dest pê kir. Di xwepêşandanê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Na ji bo darvekirinê”, “Komara Sêdare me natirsîne” û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin. Piştî ku xwepêşander gihiştin ber avahiya konsolxaneya Îranê, li wir peyama Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji aliyê Mihemed Kaklaw ve hat xwendin.
Kaklaw, da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê bi salane hewl dide bi tirs, îşkencekirin û darvekirinê hebûna xwe li ser gelên Îran û bi taybet gelê Kurd bisepîne. Kaklaw wiha got: “Piştî ku Hûsên Rohanî bû serokomarê Îranê, carekî din siyaseta berê meşand û îspat kir ku Komara Îslamî ya Îranê naxwaze dest ji siyaseta dijminkariya li dijî gelê Kurd berde.”
Mihemed Kaklaw da zanîn ku ti hêviya wan ji Îranê nemeye û wiha got: “Komara Îslamî naxwaze pirsa Kurd çareser bike, lewra em wekî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê darvekirina şoreşger Hebîbûllah Gûlperîpûr û Reza Îsmaîlî bi tundî şermezar dikin. Bila Îran bizane ku ev karê wan ê nemirovane wê ji aliyê ciwanan ve bê bersiv nemîne û em bêdeng nabin.” Kaklaw bang li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Rojhilat kir ku li dijî darvekirinê rawestin û xwedî li şehîdên weke; Şehîd Bahoz û Şehîd Rez Îsmaîl derbikevin. Mihemed Kaklaw soza wê yekê da ku wê wê baca darvekirina Hebîbûllah û Reza ji Komara Îslamî ya Îranê bistînin û ti carî wan ji bîr nakin.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê 2 ciwanên bi navên Ciwan Kurdistanî û Hawrê Ebdullah serdana konsolxaneya Îranê kirin. Ebdullah wiha got: “Ger îro du ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê werin darvekirin, sibe bi dehan ciwan û jinên Kurd amadene çekê hilgirin û li dijî dijmin şer bikin.”
Di xwepêşandanê de peyama Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê û Komelaya Mafê Mirovan li Ewrûpa hat xwendin.
Li Bokanê ciwan meşiyan
Bi armanca şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd Gulperîpur û Îsmaîlî, komek ji ciwanên bi navê “Ciwanên Apoyî” duh bi şev li tax û kolanên bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan lidar xist.
Bi sedema nerazîbûna bidarve kirina 2 girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperîpur û Reza Îsmaîlî, duh bi şev ciwanên Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ku xwe weke ‘Ciwanên Apoyî’ binav kirin li nava tax û kolanên bajêr nerazîbûn nîşandan. Ciwanan di xwepêşandanê de kîn û nerazîbûna xwe li dijî kiryarên rejîma Îranê anîn ziman.
Ciwanan di xwepêşandanê de wiha gotin: “ Em ciwanên Apoyî yên bajarê Bokanê bidarvekirina herdu girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperîpur û Reza Îsmaîlî bi tundî şermezar dikin. Em wekî ciwanên Apoyî soza berdewam kirina doza hemû cangoriyên Kurdistanê didin, emê wekî ciwanên Apoyî yên Bokanê li herderê di nava çalakiyan debin û emê tola van kiryarên dij mirovahî, ji rejîma Îranê bistînin.”
Li Frankfurt û Osloyê protesto
Li dij îdam kirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darvekirin, pêr li bajarê Frankfurt yê Almanyayê çalakiyek ya protestoyî pêkhat.
Gelek Kurdistaniyên ku li ber konsolosa Îranê hatin gel hev, darvekirinên ku rejima Îranê pêkanîn protesto kirin. Di çalakiya ku di demjimêr 15’an de deqîqeyekê birêzgirtina li ser giyanê şehîdên şoreşa cîhan û Kurdistanê destpê kir, peyama Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji her du şoreşgeran re weşandî hate xwendin. Kurdistaniyên ku posterên Gulperîpûr û Mamedî hilgirtin sloganên “Terorîst Îran” û “Terorîst Rûhanî” qîriyan. Çalakiya ku ji aliyê Komela Mafê Mirovan û Meclisa Gel ya Herêma Frankfurtê ve hate organîzekirin, di demjimêr 16’an de bidawî bû.
Darvekirina girtiyên Kurd li paytexta Norwêc Oslo’yê hat protestokirin. Kurdistaniyên li ber Balyozxaneya Îranê hatin cem hev dirûşmên “Tolhildan” qîriyan. Di çalakiyê de li gel Partî Serbestî Kurdistan, Partî Serbestî Rojhilatî Kurdistan, PAK, Tevgera Goran, KNK, PYD, PJAK, nûnerên Tevgera Ahwaz a ji bo Erebên li Îranê têkoşîna azadiyê dimeşîne, Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Partiya Sor a Norwêcê jî amade bûn.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Norwêcê ya PJAK’ê ve hat organîzekirin de pankartên bi nivîsa “Bila darvekirin werin rawestandin” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin vekirin, wêneyên girtiyên siyasî yên hatine darvekirin, hatin hildan.
NAVENDA NÛÇEYAN