Hevdîtina me tesîreke erênî kir
Birhimeoglu got, wî ji ber hestiyariya wî ya di biwara hewldana qirkirina kurdên Êzîdî de malavahiya wezîr kiriye. Birihimeoglu da zanîn ku di hevdîtinê de wan tehlûkeya DAIŞ´ê careke din raçavî wezîr kiriye û îşaret bi bêdengî û heta desteka welatên Rojavayê Ewrûpayê dayî DAIŞ´ê jî kiriye. Agir-Mustafa Birhimeoglu her weha bi bîra wezîr dixe ku Kurd li Elmanyayê jî têne krîmînalîze kirin û weha dipeyive: “Komeleyên heyî hemû dixwazin endamên wan zêde bibin. Em dixwazin endamên me zêde nebin. Em naxwazin mexdûr û wendahiyên şeran pêre jî xizm û malbatên wan zêde bibin. Her cara şerek diqewime em ditirsin. Em dixwazin şer neqewimin û hejmara endamên me jî zêde nebe.” Di hevdîtinê de wezîr Gabriel ji bo alîkariya madî got, Elmanyayê bi riya dewletê 24 milyon Euro weke alîkariya insanî ji bo Şengaliyan bi rê kiriye. Wezîr hovîtiya DAIŞ´ê jî careke din bi bîr xist û got, tevî ku biryara herî giran bû di jiyana min de, min biryara alîkariya sîlehan jî da, lewma ti rêya din ji bo rawestandina vê hovîtiyê diyar nîne. Hevserokê KOMAW´ê Birhimeoglu got, piştî hevdîtinê, axaftina wezîr a ji xelkê re jî zelaltir bû û bawer dike bi awayekî giştî ji bo alîkariya bi Kurdan re vê hevdîtinê tesîreke erênî li wezîr Gabriel kiriye.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT