Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê rêxistin û tevgerên ciwanan ji bo 3 rojan çalakiya bi navê “Kombûna sed hezaran” dan destpêkirin. Komîteya Amadekar derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê pêvajoya dîrokî de girîng dîtine ku ji bo pêşxistina yekîtî û rêxistinbûnê çalakiyeke bi vî rengî lidarbixin. Hat diyarkirin ku çalakiya ku Çarşemê li ber Mizgefta Selman Farisî ya li Taxa Enteriyê dest pê kir, 3 rojan şev û roj dewam bike û roja Înê bi çalakiyeke girseyî bi dawî bibe. Di nav çalakiyê de wê xebatên hunerî jî cîh bigirin. Di çalakiyê de wê ciwanan ji piştgirî bidin Desteya Bilind a Kurd û careke din nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de li ser armancên çalakiyê weha hat gotin: ''Di vê pêvajoya dîrokî de ji gel tê xwestin ku bigihêje armanca xwe ya azadî û rûmetê. Li ser hîmê biratiya gelan û yekîtiyê li hemberî xeteriyên ku hebûna wê tehdît dike, hêza xwe ya parastina rewa diyar bike. Herwiha di vê rewşa tengezar de ambargoya li ser herêma me tê meşandin nîşan da ku pêwîst e em rihê berxwedanê xurt bikin... Armanca me nîşandana biratiya gelan, diyarkirina Desteya Bilind a wekî nûnera me ya fermî ye. Herwiha em dixwazin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heta ku Komîteya Leşkerî ya Desteya Bilind dest bi xebata xwe bike û tevlî wê wê, hêzeke rewa ya parastinê ye. Dîsa yek ji armancên me jî şikandina çemberê ye ku li ser gelê me tê meşandin."

Banga tevlîbûnê

Di daxuyaniyê de komîteya amadekar di serî de ciwan, bangî li hemû kesî kir ku tevlî vê çalakiyê bibin. Komîteyê destnîşan kir ku deriyê wan ji hemû beş û kesan re vekiriye û ve bang kir: ''Di çarçoveya van armancan de, em bang li hemû ciwanên welatparêz, tevger, rêxistin, hevrêz û hemû gelê xwe dikin ku tevlî vê çalakî û kombûna me bibin. Deriyên vê kombûna me ji hemû kesî re vekiriye. Di van 3 rojan de wê civîn, platform, çalakiyên çand û hunerî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê li hemû partiyên siyasî bê kirin.''

ANF/QAMIŞLO