Jin û mêrên Kobanê bi mebesta vejandina çand û kevneşopiyên Kurdî, komeke mûzîkê ya rêûresman ava kir.

Tevî ku rejîma Sûriyê bê navber êrişî çanda herêmê ya kevnar dikir li Kobanê, gelê herêmê bi çanda xwe ve girêdayî ma. Di encama êrişên rêjîma Sûriyê de gelê herêmê ji gelek mafên xwe yên rewa bê par ma; herî zêde jî ji ziman û çanda Kurdî bêpar hatin hiştin.

Jin jî ji gelek mafên xwe, nihêrîna xwe di nava civakê de û tevlîbûna xwe ya li xebatên hunerî, mehrûm hatin hiştin. Jin her tim bûn mexdûrên qanûnên eşîrî, olî, zêhniyeta desthiladar a li ser jinê dihat ferzkirin û derfet nedida jinan ku mafê xwe yê stranbêjiyê û parastina nirx, rêûresm û çanda xwe bi kar bîne.

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ku ji bajarê Kobanê dest pê kir, gelek destketî di hemû aliyan de hatin bidestxistin. Piştî berxwedaniya dîrokî ya bajarê Kobanê û bi taybet destpêka 2015`an ew destketî gihîştin asta herî jor.

Li bajarê Kobanê gelek şair û hûnermendên bi temen xwe bi rêxistin kirine û komeke muzîkê ya gelêrî ji bo vejandina stranên Baqî Xido, Ehmed Kaşo, Bozan Ehmed û Mamed Kaşo ava kirine.

Jina ditirsiya binihurîne bû endama komê

Koma wan ji 2013`an ve hatiye avakirin. Navê Kevneşopiyên Folklorî li xwe kirine. Ji 5 jin û 3 mêran pêk tê. Li navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê xwe perwerde dikin. Di hefteyê du caran perwerde dibin.

Endamên komê, Stranan, gotinên dengbêjî yên ku çîrokên wan li ser welat û hestên mirovan in û yên taybet bi herêma Firatê û deşta Sirûcê dibêjin.

Ji endamên komê, Rehma Mehmûd Ebas ku ji bajarê Kobanê ye (40) der barê çîroka destpêkirina stranbêjiya xwe axivî.

Rehma got dema li ber sewalên xwe bû yan jî dema erdên xwe cot dikirin û karê malê dikir, jixwe stran digotin lê ditirsiya ku kesek ji malbata wê yan jî ji gundê wê lê guhdarî bike û hesab jê bixwazin.

Rehma hez ji mûzîkê dike, dengê wê pirr xweş e û dikare hemû cûreyên stranên gelêrî bibêje. Rehma daye ser wê rêyê ku jinên di hunerê Kurdî de xwedî cihekî taybet in, yên mîna Eyşe Şan.

Rehma dibêje, ew stranên folklorî dibêjin da ku parastina çanda Kurdî bikin û li gorî nihêrîna wê stran mîna darê ye koka wê kûr xwe ber dide û bingeha avakirina stranên modern jî yên gelêrî ne.

Zindîkirina folklorê

Endamê komê, Kamil Hesen ê ku bi gelek hûnermendên mîna Baqî Xido, Ehmed Keşo re maye jî dibêje, folklor û çanda insan, hebûna wî îsbat dikin û mîna nasnameyê ne. Wî destnîşan kir ku rêûresma Kurdî hebûna gelê Kurd îsbat dike.

Hesen di axaftina xwe de got, stranên deşta Sirûcê bi axaftin û wateyan zengîn in û wiha peyivî: “Stranên Eyşe Şan û Baqî Xido di hemû zemanan de têne guharîkirin. Cihê wan heye li gel kesên ku li wan guhdarî dikin. Em di nava koma xwe de stranên kevin ên folklorî dibêjin. Ev cûreyên stranan di nava civakê de pirr têne guhdarîkirin û bi taybet li gel kalepîran.”

Yekemîn klîpa ku ji aliyê Koma Kevneşopiyên Folklorî hatiye çêkirin, bi navê “Lore Lore” ye û niha jî kom li ser strana bi navê “Zerê Zerê” ya ku li Bakurê Kurdistanê zêde hatiye gotin, dixebite û dixwaze ji nû ve ruh bi wê stranê bîne.

 

ANHA / KOBANÊ