Di dirêjahiya sê nifşan li du hev de Koma Kevneşop a dîlana gelêrî hewl da çanda govendê û reseniya wê biparêze.
Koma Kevneşop pêşî li Efrînê hatiye avakirin, ji girîngtirîn komên warê çand û hunerê ye. Nexasim jî li ser govendên gelêrî kar dike. Tev li şahiyên civakî û neteweyî dibe, bi taybetî jî di şahiyên Newrozê de derdikeve ser dikê.
Ji avakirinê ve rejîma Baesê ya Sûrî zexta siyasî li komê kiriye. Ji ber wê, endamên komê neçar mane bi awayekî veşartî kar bikin û perwerdeyên xwe di nav malan de dûrî çavên rejîmê kirine.
Endamên komê ji ber ku tev li boneyên neteweyî yên Kurdan bûne, ji hêla rejîmê ve hatin girtin. Lê dîsa jî têkoşîna xwe domandin. Heta îro jî ew karê xwe dewam dikin.
Kom ji 23 endaman pêk tê hem jin û hem mêr. Kom bi 24 govendên herêmên cuda yên Kurdistanê dizane.
Govend weke berxwedanê
Hemûde Maimo ji avakarên komê ye, ew jî dibêje, ji ber zexta rejîmê, ew neçar mane bi awayekî veşartî perwerdeya xwe bikin.
Di salên şoreşa Rojava de piştî vekirina navendên huner û çandê, cihên taybet ên çalakiyên hunerî kom bi awayekî mezin bi pêş ket. Lê artêşa Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, ji ber wê endamên komê neçar man ji Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bibin. Endamên komê di kampên Şehbayê de careke din xwe bi rêxistin kir û xebatên xwe dewam dike.
Ebdo Beskê ji endamên komê ye, ew dibêje, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin, ji bo ku çand û hunerê kurdî biparêzin: “Dema em dibêjin Kevneşopî yanî em behsa parastina çand û huner dikin, ew çanda ku pêşiyên me ew parastiye.”
Niha Koma Kevneşop amadekariyên şahiyên Newrozê dike. Ebdo Beskê dibêje, “Em li vir li ber xwe didin. Em her tiştên ku li Efrînê kirin armanca êrişan, li vir vedijînin. Em ê çanda xwe bi pêş ve bibin. Kesek nikare me jê dûr bixe.”
CAFER CAFO/XANDÎ ELO-ANHA/ŞEHBA