
Koma Şanoyê Li Dij Dîwar (Duvara Karşi) 26’ê Hezîranê li Navenda Hunerê ya Îsmet Înonu bi lîstika xwe ya ‘Suîkast (Reşkujî)’ derket pêşberî hezkerên şanoyê. Lîstik par 8 caran hatibû lîstin û komê diyar kir ku armanca wan ya dubarekirinê ew e ku paşverûtî û muhafezekarî bi lez zêde dibe.
Ev kom sala 1993’an bi komeke ciwanên li zanîngeha Egeyê dixwînin bi guhdarîkirina helbestan dest pê dike. Çend salan paşê diguhere forma şanoyê. Piştî bi salan, şanoyê dikin. Sala 1996’an Koma Şanoya Li Dij Dîwar ava dikin û ji 2000’î şûn ve jî ev kom dibe wek atolyeyeke civaka şanoyê. Lîstikên li salonên biçûk derdihînin û ligel vê lîstikên şanoyê yên li kolanan jî amede dikin.
Xwe gihand temaşevanên nû
Ji Koma Şanoya Li Dij Dîwar, Melda Kuşku ji Ajanaha Nûçeyan a Jinê (JINHA) re axivî û got: “Helwêsta nêrîna me ya li kolanê hinekî cuda ye. Me kolan ti carî neanî rewşa armancê. Zêdetir ji bo ku temeşevanên me biguherin, em li kolanê jî lîstikan pêşkêş dikin. Li Izmîrê jî bi taybet temaşevanên şanoyê diyar in. Armanca me ev bû ku kesên potansiyela wan ya şanoyê heye ber bi hunera şanoyê ve bikişînin.”
Melda Kuşkuyê got, ew di çalakiyan de jî cih digirin û wiha pê de çû: “Me di berxwedana ÎZSU de, li şahiyên biharê yên alternatîf ên zanîngehan, li kargeriyan, nexweşxaneyan û li meydanên têkoşîn li wan xurt, lîstikên xwe li kolanê pêşkêş kirin. Em hîna li kolan û salonan dilîzin. Em şanoyên zarokan jî amade û pêşkêş dikin. Li Îzmîrê potansiyeleke me ya şanoyê heye. Me xwe gihand temaşevanên nû.”
Profesyonel û amator di yek komê de
Melda Kuşkuyê bi bîr xist ku koma wan ji lîstikvanên profesyonel û ji kesên ku karên din dikin jî pêk tê û di nava du salan de endamên nû beşdarî komê bûne. Meldayê wekî din îfade kir ku di navbera lîstikvanan de ew cudakeriyê nakin.
Melda Kuşkuyê têkildarî lîstika Suîkastê ku sala 2015’an hat amadekirin û dubare tê lîstin, axivî û got, lîstik li ser mijara jinê disekine. Li ser naverokê Melda Kuşku weha peyivî: “Li welatê me ev demeke dirêj e ku muhafazakarî heye. Me biryar da ku em li ser vê mijarê tiştekî bibêjin. Li gorî me ev dest dide jiyana hemû mirovan. Me di vê rewşê de kesên herî zêde dibin bandora vê de dimînin, xiste ber nihêrînên xwe. Mijara jinê derket pêşberî me. Me qehremana lîstikê wek jin diyar kir. Ji ber ku yên herî zêde dibin bandora muhafazakariyê de dimînin jin in. Di lîstikê de navê ti karekterê tine. Me karekterê jinê derxist holê. Me şîrovekirina karekterê ji lîstikvanan re nehişt.”
OZGU OZUTOK/JINHA / IZMÎR