Komela Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) di 2014'an de hat damezrandin. Serokê KUSÎ-KURD Salih Suleymanî balê dikişîne ser lawazî û qelsiyên li sînemagerî û televîzyongeriya Kurdî .  Her wiha diyar dike ku sedema van lawaziyan pirsgirêkên aborî û zextên li ser zimanê Kurdî ye. 

Di warê medya, nexasim televizyongerî û sînemageriya Kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Berê kanalên Kurdî bi tiliyan dihat jimartin lê niha gelek Kurd jî ne serxwet in ka çend kanalê Kurdî hene. Her wiha sînemagerî jî her ku diçe bi gavê saxlem, xwe nû û nûjen dike. Lî tevî ku ewqas pêşketin gelo sazîbûna, rêxistinbûyîna xebatkar û kedkarên medyaya Kurdî çiqas xurt e? Çiqas xebatên zanistî li ser medyaya Kurdî tê kirin, îstatîstîk tê derxistin? Belê ji ber ku di warê aborî de gelek zehmetî heye, belkî nikaribin ew xebatên taybet deynin peşiya xwe. 

Li Enqere komek xwendakarên Kurd û dildarên Kurdî li hev civiyane, komeleyek ava kirine. Komele bi navê xwe Komela Sînemager û Televîzyogerên Kurd KUSÎ- KURD di 2014'an de damezirandin. Ew komela niha bi xebat û hewldanên xwe hêviyê dide mirov. Emê bi rêya serokê komaleyê Salih Suleymanî KUSÎ-KURD nas bikin û her wiha wek sazî  televîzyongerî û sînemageriya Kurd çi ye çawa dinirxînin, hîn bibin...


We ji ber çi pêdivî dît ku Komelaya Sînemager û Televizyongerên Kurd damezirand?

Em çend hevalên li Enqerê ku di medyaya Kurd de kar dikir, car bi car diciviyan û derbarê xebatên Kurdewar de sohbet dikir. Heta me carinan jî nas û gernasên Kurdan wek nivîskar, helbestvan, medyakar û televîzyongerên Kurd li cîhekî dikir mêvan û me qala rewşa medyaya Kurd dikir. Lê belê em her gav li kafe û lokalên xelkê rûdiniştin ku em hîç ne rehet bûn. Piştî demekî me biryar da ku em bo xwe navendekî vekin û xizmetên Kurdewar li şûna xwe pêk bînin. Biryara KUSÎ-KURD'ê wiha derket holê. Me Tîrmeha 2014'an komele vekir û navê me yî Fermî Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (Kürt Sinemacılar ve Televizyoncular Derneği) e û em yekem saziya Kurdan in ku pêşnûmaya (tüzük) xwe bi Kurdî daye Muduriyeta Giştî ya Komeleyan. Aniha navendeke me fireh û 24 endamên me hene. Li cîhekî mîna Enqerê ku qet tiştên Kurdî nayên kirin, KUSÎ-KURD wek nan û avê pêwist bû. 


Xebatên komelê we di çi astî de ne? Rêveber û xebatkarên we li ser sînema û televêzyon çiqas serwext in?

Komeleya me li ser 3 armancan hat avakirin. 

1- Li Enqerê perwerdeya kelepora Kurdî; wek mînak dersên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî), nîşandana fîlmên Kurd, guftûgo û panelên derbarê nirxên Kurdan, atolye û xebatgehên li ser şano, rojnamegerî û medyaya bi Kurdî. 

2- Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Enqerê; em dixwazin bi destek û sposoriya Kurdan ve li Enqerê mîhrîcanek fîlman çêkin û dengê Kurdan li Enqerê bilindtir be. 

3- Armanca me ewe kuli Enqereyê Şeva Xelatên Medyaya Kurdî lidar bixin û van armancan jî her sal bidomînin. 

Ji bilî van di nava 6 mehan de me 6 polên Kurmancî, polek Soranî û polek jî Kirmancî vekir û nîvê xwendekaran dawiya vê mehê derçûn. Me 7 guftûgoyên Kurdî amade kirin ku kesên wek Berken Bereh, Kawa Nemir, Selîm Temo, Krîstîn Ozbey, Salih Kevirbirî, Denîz Gunduz, Nadîre Guntaş, Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm li Enqerê kirin mêvan. Her du hefteyan carekî fîlmên Kurd nişan didin û hemû çalakiyên me bo xwendekaran bêpere ne.

Kedkarên komeleyê hê nû ne û karê xwe bi slogana komeleyê “xebatên hindik û rindik” ve dikin. Hevalên me di warê televîzyongeriyê de yên herî hêja ne lê belê bo sînemayê gelek xebat û dem lazime ji bo me. Lê em ê her sal baştir bin û pêştir bikevin. 


Gelo di warê sînemagerî û televîzyongeriyê de di nava Kurdan de pêşketineke berbiçav heye? 

Li çar perçeyên Kurdistanê Kurd mixabin her gav têkoşîna man û nemanê dan û di warên din de mîna tê xwestin pêş neketin. Zimanê Kurdî jî negihîşt cîhê xwe yê esas. Vê yekê bandor li televîzyongerî û sînemageriya Kurdan jî kir. Lê piştî têkoşîna şervanên azadiya Kurdistanê li çar perçeyan jî Kurdan destkeftin bi dest xistin, çand, kelepor û zimanê xwe jî afirandin. Ez ji sînemayê baş beşer nakim lê belê televîzyongeriya Kurdî van salên dawî pêş ket û her ku diçe hêjatir dibe. Hin kêşeyên me hene dîsa. Mesela me hêj jî zimanekî hevpar ê çapemeniyê ava nekiriye. Bername û naveroka televîzyonên Kurd hêj jî qels in. Lê em bawer dikin ku dê baştir be. Ev kêşe piranî ji tunebûna aboriyê û ji nebûna perwerdeya Kurdî pêk tê. Li Başûr ev yek qismekî hatiye çareserkirin. 


Sînemaya serbixwe ya Kurdan heye an jî hê weke miletekî bindest Kurd xwe bi ziman û alavên serdestan îfade dikin?

Wekî min di sêrî de got ez ewqas ji sînemayê beşer nakim, ez televîzyonger im. Eger em bidin ber a cîhanê, tevî ku dewletek azad a Kurdan tune ye, sînemaya Kurd xwe li qada cîhanê nîşan dide û gelek xelatan jî qezenc dikin. Sînemaya Kurd heye an na mijarek cuda ye, lê peyderpey şêweya xwe ava dike. Yek jî nîqaşek heye, tê pirsîn ka li  gorî çi sinemaya Kurd bê binavkirin. Li gorî zimanê wê, yan şêweya wê yan çêkerên wê hwd. Dîsa jî Kurd xwe baş bi hunerê îfade dikin, her çi be jî em hêj bindest in û em yan bi zimanê dagirkerên xwe yan jî bi karakterîstîka sinematografiya dagirkerên xwe îş dikin. Heta ku Kurdistan ava nebe, bi ya min sînemaya Kurd jî şêwe û karakterê xwe diyar nake. 


Rexneyeke din ji bo Sînemaya Kurdî wek hêmaneke sereke bikaranîna 'êşê' ye. Gelo em 'eşfiroş'in ango dema dilê mirovan bi halê me bişewite, wê were wateya ku em serketî ne?

Bi ya min sînema zimanê hunerê yê herî xurt e, her kesên têgihîştî bi zimanê sînemayê xwe digîhînin dinyayê. Em jî kû dera me biêşe dest didin wir û dikin mijara sînemayê, ev yek normal e. Lê ne pêwîste ku her derhêner û sînemager wiha bike, bila hin kes jî pêkenokên Kurdan bikin fîlm. Lê disa jî em nikarin bo xwe bêjin êşfiroş, ger şûna Kurdan miletekî din evqas êş bidîta, dê bi hunerê cîhan bihejanda. Em lawaz in hinekî. Sînema qadek gelekî mezin û buha ye, gelek pere û gelek kesên gihîştî lazim e. 

 

Di sînemela serdestan de "Kurd" her tim an pir belengaz û paşdemayî ye, an jî alavê xwe pê kenandinê ye. Sînemagerên Kurdî çi qas xwe ji wê tiştê paqij kirine, destê xwe ji "huner û raman" a serdestan şûştine?

Em çi bikin bila bikin, heta ku em axa xwe ji destê dagirkeran xelas nekin em ê tim bibin malzeme û pêkenokê wan. Yan me wek gundî nîşan didin yan jî nezan û cahilê alemê nîşan didin. Me jî ev yek hebandiye û em hîç îtîraz nakin. Baş e ku sînemagerên Kurd fîlmên hunerî dikêşin û wekî ez dibînim gelek derhênerên genc û qenc hene. Heta ku em berê xwe nedin çanda qedîm a axa xwe em ji bandora serdestên xwe nafilitin.


Her ku diçe kanalên televizyonê yên Kurdî zêde dibin.  Li gor we pirsgirêkên bingehîn ji bo televîzyongeriya Kurdî çi ne?

Ez sala par li çend welatên biyanî geriyam û taybetî jî min bala xwe da ser televîzyongeriya wan. Hin welat hebûn ku 2 mîlyon nufûsa wan hebû lê belê ji sedî zêdetir kanalên wan televîzyonê hebûn. Aniha 62 kanalên Kurdî hene û ji Med TV vir de gav bi gav kanal vebûn. Lê divê em baş bizanibin ku hejmar ne girîng e, kalîte û naveroka wan esas e. Lê mixabin wekî ku ez kanalên cîhanê jî dişopînim, televîzyongeriya me bi pêş neketiye. Xwezî şûna 60 kanalan tenê 6 kanalên me hêja hebûna. Him kesên jê fem dikin kêm in him jî yên Kurdî baş dizanin tune ne. 

Pirsgirêkek me din jî heye ku em hêj jî hay ji girîngiya televîzyonan tune ne. Û mixabin hemû zarokên me li ber televîzyonên dagirkerên me mezin dibin. Divê demildest kanalên zarokan zêde bibin. Ez mînakekî bidin, bişavtin û asîmîlasyona dewletê ku bi 80 salan nekarî bike, bi rêya televizyona bi navê "Yumurcak TV" pêk anî. Na aniha 4 kanalên zarokan hene lê belê têr nakin. Her yek li ser peykek cuda ye. Û mixabin dublajê îş dikin. Pepûle TVv Pêlîstank TV û Zarok TV hene lê hê neketine mala hemû Kurdan. Ji bo Kurdên bakur Zarok TV şansekî mezine ku divê her Kurd wê kanalê bike nav rêza ewil. Ji 20'an zêdetir kanalên muzîkê hene û tenê kalîteya muzîka Kurdî dadixin, lê li bakur tenê kanalek zarokan heye. Lazim e ku rayedarên siyasî û aqilmendên civakê dest bavêjin vî îşî û 4-5 kanalên din vebin. Ez her gav dibêjim; em Kurd beriya ku li asîtan (erd) Kurdistanê avakin divê em li asîman Kurdistanê avakin. Televîzyon û peyk (uydu) mijarên jêveneger in bo me bindestan. 


Plan û projeyên we ji bo siberojê çi ne?

Me bi derfet û hevalên xwe ve armanca perwerdeyê pêk anî û em ê di rojên pêş de jî atolyeyên medyaya Kurdî vekin ku vê kêmasiyê temam bikin. Lê em dixwazin bi alîgiriya Kurdan ve li Enqerê him Mîhrîcana Fîlman a Kurd, him jî Şeva Xelatên Medyaya Kurdî çê bikin. Girseyeke mezin a KUSÎ-KURD'ê heye lê belê pereyê me tune ye, em bang dikin ku karsaz û pîşesazên Kurdan li me xwedî derkevin.


Salih Suleymanî :

Salih Suleymanî, sala 1987'an lî Îdîrê hatiye dinyayê. Li Îzmirê Mamostetiya Fransî xwend û salekî di Rojnameya Sabahê de, 3 salan jî medyaya Kurdî de dixebite. Serokê avakar ê KUSÎ-KURD'ê ye. Niha li Zanîngeha Hacettepeyê li ser Radîo-TV Sînemayê master dike.


ÎBRAHÎM BULAK/FRANKFURT