OMER AKIN / MA/MÊRDÎN

Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat avakirin. Hevserokê komeleyê Eyup Guven, anî ziman ku ew ê di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de alîkariyê bikin. Armanca komeleyê ew e ku nivîskarên li herêmê bîne cem hev. Komele li ser esasê modela hevserokatiyê hatiye avakirin. Hevserokê komeleyê nivîskar Eyup Guven û Leyla Yarar in.

Hevserokê komeleyê Eyup Guven, diyar kir ku komele bi rêya PEN’a Kurdî hatiye avakirin û got, “Di warê wêjeyê de valahiyek hebû û me jî ev yek kir. Armanca me, parastina mafên nivîskarên li herêmê û alîkarî û piştevaniya ji bo nivîskaran e.” Guven, anî ziman ku wê komele di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de ku nikarin berhemên xwe çap bikin, alîkariya nivîskaran bike.

Guven anî ziman ku nivîskar hemû divê bi zimanê xwe yê zikmakî berhemên xwe binivîsin û got, “Me civateke ku Suryanî, Ereb, Ermenî û Kurd di nav de çêkir. Ji bo ku wêje û çanda li herêmê hatiye tinekirin, ji nû ve zindî bibe, me hin nîqaş kirin.”

Guven got, “Em ê dîwaran ji xwe re nekin sînor” û anî ziman ku ew ê atolyeyên wêje û helbestê jî çêkin û got, ew ê xwe bigihînin xelkê bajêr.