Ambargo û dorpêça girankirî ya li ser wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 104 roj li pey xwe hiştin. Şandeya Komeleya Kurdistana Sewz ji bo rewşa xwendevan û dibistanên wargehê bişopîne serdana dibistanên wargehê kir. Her wiha şandeyê ji bo dibistanên mexmûrê alîkariya defter, pênûs û hinek pêdawîstiyên din bi xwe re anîbûn radestî dibistanan kirin.

Li ser navê Şandeya Komaleyî Kurdistan Emîne Ehmed axivî got: “ Em destpêkê ev ambargo û dorpêça ku li ser wargeha mexmûr şermezar dikin. Dema ku me bihist  ev dorpêç û ambargo li ser wargehê ye, em wek Komaleyî Kurdistan li bajarê Silêmanî ji bo vê yekê ketin nav hewildanan.”

Li ser navê rêveberiya dibistanên wargehê jî Mamosta Silêman Talî jî xêrhatin û malavahiya şandeyê kir.

Di heman demê de şandeyê got, Çi ji destê wan were wê ji niha û şûnde alîkariyê bikin. Her wiha gotin ew ê vê mijarê li Herêma Kurdisanê bikin mijara nîqaşê.”

 

MEXMÛR/ROJNEWS