Divê YPG û hêza Asayişê di
dema pêş de tedbîrên cidî derbarê ewlekariya heremên Rojavayê Kurdistanê
de bigrin. Armanca terorîstan dê navendên bajarên mezin bin, mîna
Qamişlo, Hesekê, Efrîn, Kobanê, Amûdê, Dêrik û Dirbêsiyê. Divê kontrol
were xurtkirin û hemû welatî bi Asayişê re hevkar bin. Kîjan erebeyan
xerîb an jî ferqkirina livek cihê gumanê, divê yekser Asayiş bê
agahdarkirin. Her wiha divê kesên biyanî yên ji navenda Sûriyeyê ji ber
şer revyane û xwe li herem û bajarên Rojava girtine, bêtin lêpirsîn, nav
û navnîşanên wan bên qeydkirin. Divê ji bo wan dokumentên rûniştinê bên
dayin. Dema rûniştinê diyar be û bi çend mehan bê çarçovekirin. Eger
tiştek di warê ewlekariyê de li ser kesên mijara gotinê nebe, dema
rûniştinê dikare bête dirêjkirin.
Komên çete yên ku desteka eskerî û
lojistîk ji dewleta Tirk û ‘Artêşa Hur’ digrin û di warê siyasî û
diplomasî de jî pişta xwe bi muxalefeta Stenbolê xurt dikin, wê êrîşên
xwe li dijî heremên Rojava berdewam bikin. Ew dixwazin van hereman
bigrin dest xwe û çavkaniyên petrol û berhemên çandinyê ji destê Kurdan
derxin. Lewma wê êrîşên xwe berdewam bikin.
Li bajarê Reqayê jî niha
komkujî li dijî Kurdan pêk tên. Muxalefeta nijadperest qet devê xwe
venake. Vê komkujiyê şermezar nake û hewl nade rê li ber bigre. Her wiha
çalakiyên xwekujî yên terorîstan jî şermezar nekir. Ev muxalefet
dixwaze ku ev komên çete pişta Kurdan bidin erdê û hêza Kurdan a eskerî
qels bikin. Dixwaze heremên Rojava tevlihev bibin, ev çete Kurdan
çavtirsandî bikin û wan neçarî rev û koçberiyê bikin. Bi vê yekê wê
muxalefeta nijadperest karibe rê li pêşiya projeya Xweseriya Demokratîk
bigre û destûrê nede ku Kurd li Sûriyeyê bibin fakorekî vî şerê
navxweyî yê qirêj.
Tê gotin ku DYA wê derbeyeke eskerî li dijî
rejîma Beşar Esad pêk bîne. Hinek Kurd bi vê yekê kêfxweş dibin û hêviya
têkçûna Esad û hatina muxalefeta nijadperest li ser textê desilatdariyê
dikin. Dibêjin wê muxalefet ji rejîma Esad baştir be. Ev tesbîteke şaş
e. Eger oprasyonek eskerî ya DYA’yê rejîma Esad birûxîne, dê muxalefet
bê ser desthilatdariyê û zêdetir bi ser Kurdan ve were û hewl bide
heremên wan kontrol bike. Yanî ew tiştê ku rejîma Esad ya qels niha
nikare bike, wê muxalefet pêkbîne. Lê eger ev oprasyon tenê çend
noqteyan hedef bigre û rejîmê qelstir bike, ev yek wê ji bo Kurdan baş
be. Wê rejîm qels bibe, lê muxalefet bi sernekeve. Dê şerê wan berdewam
bike û her 2 alî jî ber bi têkçûn û qelsbûnê ve biçin.
Divê em
bizanibin ku rejîma Esad li gel hemû cinayetkariya xwe lê bi qasî komên
çete yên girêdayî muxalefeta nijadperest Kurd nekuştî ye û bi ser Kurdan
ve nehatiye. Muxalefeta nijadperest û ajan ji bo Kurdan ji rejîma Esad
bi tahlûketir e. Kurd gerek li gorî vê rastiyê tevbigerin…