Şevê din saet 20:00’an komên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê li nivîsgeha parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê civiyan. Di civînê de her pênç komên Kurdî yên li Bexda Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, YNK, Tevgera Goran û PDK amade bûn.

Piştî civînê li ser navê komên Kurdî, Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî, Mûsena Emîn daxuyaniyek da çapemeniyê û weha ragihand; “Di civînê de hemû alî li ser mijara vegera Bexdayê hemfikr bûn ku bêyî biryarekî rêveberiya siyasî ya Kurd ti kes venagere Bexdayê.”


Em ê bê garantî jî venegerin Bexdayê 

Mûsena Emîn weha dewam kir: “Em ê êrîşa li dijî parlamento û bê rêzdariya li hemberî parlementoyê qebûl nekin. Her wiha ferzkirina îradeya xwe ya teybet li ser Iraqê û xelkê qebûl nakin. Em wan berpirs dizanin û pêwîst e ji hemû parlamenteran lêborînê bixwazin.”

Di dawiyê de jî Mûsena Emîn weha axivî: “Em ê hewl bidin ku di demeke zû de civîneke hevbeş di navbera mektebên siyasî yên her pênc kom û hizban de bê lidarxistin. Ji bo bi hev re li ser vê rewşê guftûgo bikin. Ev êrîşa li hemberî parlamentoyê bê rêziya li hemberî parlamentoyê ye û em ê bê garantî jî venegerin Bexdayê.”  


 SILÊMANÎ