Komên şoreşger ên Ereb ên li herêmên Şehba, dan zanîn ku hemû pêkhate li hember êrişa Tirkiiyeyê yek helwêst in û armanca wan rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyeyê ji terorê ye.
Komên şoreşger ên Ereb (Tugaya Bakur a Demokratîk, Artêşa Şoreşgeran, Tugaya Yekemîn a Mexawîr Humis 505 û Hêzên Eşîran) ên li herêmên Şebha, derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Şehba û Bakurê Sûriyê de daxuyanî dan û Tirkiye hişyar kirin.
Di xwendina daxuyaniyê de, bi dehan şervan, Cîgirê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Siltan Ebû Erac, Fermandarê Tugaya Bakur a Demokratîk Iskender Elai, Fermandarê Hêzên Eşîran Ebû Cuma El-Benawî, Fermandarê qutbûyî ji Tugaya El-Muitesim Ebû Seqir amade bûn û li wir al û sembolên komên şoreşger û QSD`ê hatin hildan.
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Xelef Museb daxuyanî li pêşiya navendeke komên şoreşger li Şehba xwend.
Hêzên Şoreşger got, desteka Tirkiye dide terorê li dinyayê eşkere bûye, û wiha dewam kir: "Di demeke ku hêzên me li paytexta DAIŞ`ê Reqa şer dikin, Tirkiye herêmên bi ewle yên li Bakurê Sûriyeyê topbaran dike, hêzên xwe kom dike û amadekariya dagirkirina herêmên nû dike. Ev yek jî ji bo destekdayîna DAIŞ`ê ye ku ber bi tinebûnê ve diçe. Em Şoreşgerên Ereb di nava Hêzên Şoreşger ên Hevbeş de Tirkiye û çeteyên wê hişyar dikin.
Gelê Sûriyê çavbirçîbûn, kiryar û armancên we ji xerakirina binesaziyê, diziya pereyan û koçberkirina welatiyan, nas kir. Gelê Sûrî baş dizane ku Tirkiye fitneyê belav dike û taybet di navbera me û birayên Kurd de. Em ji aliyê xwe ve ji cîhanê re vê biratiyê teqeze dikin, her dem me bi hev re li hember terorê şer kir û em ê bi hev re dagikeriya Osmanî ya nû têk bibin."
Hêzên şoreşger di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Di dawiyê de, em bang li gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan dikin ku li hemberî dagirkeriya Osmanî serî hildin û soz didin gel ku em ê bi hemû şêweyan bersivê bidin. Bijî biratiya gelan."
ANHA/ŞEHBA