Bi beşdarbûna Hevserokên Meclîsa Gel a bajarê Til Temir, Cinar Yûsif û Mihemed Seyîd Şêxmûs, Endamê Meclîsê Umer Dêrik û her wiha bi dehan şêniyên gund li Dêra Meryem El- Ezra bi vê armancê civiyan.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclîsas Gel Mihemed Seyîd Şêxmûs a bajarê Til Temir li ser rola avakirina komînan di rêxistinkirina civakê de axivî, da zanîn ku avakirina komînan bingeha civakê ye û girêdana têkiliyan di navbera hemû pêkhateyan de xurtkirina karên hevbeş û biratiya gelan e. Her kes xwedî berpirsiyarê xizmeta civakê ye.
Şêxmûs wiha berdewam kir: “Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji avakirina komina dest pê dike û hişmendiya desthiladariyê biguhere û gava pêşxistinê bavêje.”
Piştîre pirs û bersivên welatiyan hat dayin. Li ser mekanîzma destpê kirina xebata kominan hatin gotûbêjkirin.
Di dawiya civînê de 5 kes 3 jin û 2 zilam weke Endamên Rêveberên komîna gund hatin hilbijartin.
TIL TEMIR